NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov, diyar kir ku êrişên çeteyên radîkal ên li dijî baregehên Rûsyayê li Sûriyê ji herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de pêk tên.
Berdevkê Serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov têkildarî êrîşên li dijî baragehên xwe daxuyanî da û wiha got: got: "Êrişên radîkalan ên berdewamî li dijî baregehên Rûsyayê yên li Sûriyê ji herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de tên û artêşa Sûriyê û baregehên leşkerî yên Rûsyayê dikin armanc." Dmitriy Peskov di daxuyaniya çapemeniyê de anî ziman ku peywendiya herî dawî ya di navbera serokên Rûsya û Tirkiyê de her du aliyan piştrast kir ku metirsiyên wan ên girêdayî Idlibê hene. Peskov da zanîn ku di dema niha de tu plana hevdîtina di navbera Pûtîn û Erdogan de tune ye, lê eger hewce bike wê amadekariyên wê bikin.
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî îro bi daxuyaniyekê got rewşa li Idlibê xeternak e û di demên dawî de şîdet zêdetir bûye. Wezaretê diyar kir ku pisporên leşkerî yên Rûsya û Tirkiyê li “herêmên bêçek" di meha derbasbûyî de li Idlibê hatin kuştin.