NAVENDA NÛÇAYAN - Yek ji beşdarên Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) dayika siyasetmedara jina kurd Hevrîn Xelef Sûad Mûstafa Xelef bû. Sûad Mûstafa bang li jinan kir ku li dijî rejîma Erdogan dest bidin hev.
16'emîn Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamenta Ewropayê ya li paytexta Bruksel Belçîkiyê hat lidarxistin di roja duyemîn de dewam dike. Di rûniştina roja duyemîn a konferansê de, nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn.
Yek ji beşdarên Konferansa Kurd a li Parlamenta Ewropayê (PE) dayika siyasetmedara jina kurd Hevrîn Xelef Sûad Mûstafa Xelef bû. Sûad Mûstafa di rûniştina îro de axivî û bal kişand ser kuştina keça xwe Xelef a di Cotmeha 2019'an de ji aliyê çeteyên ve hatibû kuştin. Mûstafa, diyar kir ku wê ji gelê Rojava, ji qada berxwedanê silav ji we re aniye û wiha axivî: "Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Erdogan dijmin e û êrişî vê şoreşê dike. Di Cotmehê de dagirkeriyê dest pê kir û di 12'ê Cotmehê de Hevrîn Xelef bi rengekî hovane hat qetilkirin. Di 13'ê Cotmehê de jî dayika Akîde ji bo aştiyê berê da Serêkaniyê, lê ew jî qetil kirin. Ji ber ku şoreşa Rojava şoreşa jinê ye, bi êrişa dijî jinê li mirovahiyê dixin."
Mûstafa, da zanîn ku dengê Hevrîn Xelef bû dengê cîhanê, mirovahiyê û wiha bilêv kir: "Ew ji bo azadiya jinê bû sembol. Ji bo azadiya jinê bû nirx."
BANG LI TEVAHIYA CÎHANÊ KIR
Mûstafa bi dewamî got, "Ev dijmin mirovahiyê nas nake. Niha bi milyonan Hevrîn hene. Li dijî vî faşîstî (Erdogan) serî hildan û wê hîn jî serî hildin. Banga min li tevahiya jinan e: dest bidin hev, bibin yek deng, li dijî Erdogan û yên destekê didin Erdogan bêjin, 'Em hemû Hevrîn in, em ê li dijî te li ber xwe bidin, li girê Miştenûrê em Arîn Mîrkan in'."
'DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA PIŞTGIRIYA SIYASÎ BIDE'
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Majdoleen Hasan destnîşan kir ku şoreşek ji bo bibe şoreş divê bibe şoreşa jinê û got, "Di şoreşa Rojava de jin di navendê de ne." Hassan anî ziman ku li qadê karên mînak tên meşandin û ev bang li Yekîtiya Ewropayê kir: "Ji aliyê siyasî ve piştgiriyê bidin me, piştgiriyê bidin projeya me ya siyasî."
BARAKAT: ERDOGAN DIXWAZE VÎNA JINÊN KURD BIŞIKÎNE
Nûnera Kongreya Star a li Elmanyayê Hatîce Barakat jî ragihand ku ji Rojava gelek hevalên wan ji ber ku nekarîn vîzeye werbigirin tevlî konferansê nebûn. Barakat qala karên Kongreya Star kir û bal kişand ser rola jinê ya di nava şoreşê de. Barakat destnîan kir ku şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û got, "Jinên li Rojava her tişt bi destê xwe afirand." Barakat diyar kir ku Erdogan ev yek li dijî xwe weke gefekê dît, destpêkê Efrîn dagir kir, piştre di 9'ê Cotmehê de dest bi dagirkeriyeke nû kir. Barakat ragihand ku hedefa destpêkê ya êrişên Erdogan jin bûn û got, "Hîn jî dewam dike. Jin tên revandin û qetilkirin. Li Serêkaniyê û Girê Spî ev yek dubare bû. Erdogan dixwaze îradeya jinên Kurd bişikîne. Lê belê îradeya jinên Kurd wê neşikê."