STENBOL - Di qezaya balafirê ku duh pêk hatibû û 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû de derbarê 2 pîlotan de biryara binçavkirinê hat dayîn.
Duh di saetên berê êvarê de li li Balafirgeha Sabîha Gokçenê balfirekê ji pîstê derket û qeza çêbû. Di qezayê de balafir dabeşî 3 parçeyan bûbû. Dîsa di qezayê de 3 rêwiyan jiyana xwe ji dest dabû û 180 kes jî birîndar bûbûn. Dozgerê ku qezayê dişopîne û lêpirsînê dike, der barê 2 pîlotan de biryara binçavkirinê hat dayîn. Hat hînbûn ku polis, çûne nexweşxaneya ku her du pîlot lê tên tedawîkirin û li bendê ye ku pîlotan binçav bikin.