STENBOL - Danişîna doza darizandina gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Huseyîn Aykol û Bîlîr Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle cara 15’emîn hat taloqkirin.
15’emîn danişîna doza darizandina gerînendeyên giştî yên rojnameya Ozgur Gundemê ya bi KHK’ê hat girtin Huseyîn Aykol û Bîlîr (Zana) Kaya, Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle li 2’yemîn dadgeha Cezayê Eslî ya Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Tenê parêzer bersûcan beşdarî danişînê bûn.
Danişîn piştî danasîna nasnameyê dest pê kir. Dadgehê di danişînê de, dest nîşan kirin ku biryara girtinê ya derbarê Hatip Dîcle de bi cih nehatiye anîn. Dûre parêzer Sercan Korkmaz parastin ki û got: “Em dixwazin kêmasiyên di dosyeyê de bên temam kirin. Piştî temam kirina kêmasiyan em dixwazin parastinê bikin.”
Dadgehê, biryar da ku biryara girtina Dicle bê bicih bê anîn û li benda vê biryarê bimîn in û pişt re danişîn taloqî 2’yê Hezîranê kir.