WAN - Li navçeya Miksê ya Wanê 2 aşût li pey hev hatin. Di encama ketina aşûtê de heta niha bi giştî 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. Zêdeyî 100 kesan jî birîndar bûn. Yekîneyên rizgariyê ku şevê din navber dan karê rizgariyê, serê sibê dîsa dest bi xebatên rizgarkirinê kirin.
Di şeva 4'ê Sibatê de li Navçeya Miksê bi ser maşîneyekê de aşût ket û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di bûyerê de 6 kes bi saxî hatibûn xelaskirin û 2 kes jî di bin berfê de mabûn. Dema yekîneyên rizgarkirinê û welatî bi hawara kesên di bin aşûtê de mane çûn, cara duyemîn aşût ket. Nêzî 50 kes di bin aşûta duyemîn de man. Di lêgerîna rizgariyê de bi giştî cenazeyên 38 kesan ji bin berfê hatin derxistin. Li gorî rayedarên AFAD'ê li Navçeya Miksê ya Wanê kesên di bin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan gihişt 38 kesan. 100 kesên bi birîndarî ji bin berfê derxistin û rizgar kirin jî rakirin nexweşxaneyan. Xebatên ku şevê din nîvco man serê sibê dîsa dest pê kir. Yekîneyên rizgarkirin û lêgerînê dîsa serê sibê dest bi vedana berfê kirin. Hêj nayê zanîn ku çend kes di bin berfê de hene. Wezîrê AKP’î yê Karê Hundir Suleyman Soylu, îdîa kir ku hêjmara kesên di bin berfê de mane 3 kes in. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca jî diyar kir ku heta niha 6 jê giran bi giştî 75 birîndar li nexweşxaneyan hene.
Heyeta ku di navde Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir jî hene, dê di nava rojê de biçin cihê bûyerê. Heyeta CHP'ê jî dê di nava rojê de biçin cihê bûyerê.