AMED - Cenazeyê Erhan Olçen ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya li Licê de jiyana xwe ji dest dabû, 96 roj in li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ye.
Cenazeyê Erhan Olçen (Rizgar Farqîn) ê HPG’yî ku di operasyona eskerî ya 3’yê Mijdara 2019’an de li Liceyê jiyana xwe ji dest dabû, 96 roj in li morga Nexweşxane ya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê radigirin. Bavê Olçen, Azîz Olçen, piştî agahî girt ku kurê wî jiyana xwe ji dest daye, di heman rojê de çû serî li qerekola cendirmeyan a Rezanê da û xwest xwînê bide. Li vir dema ku rayedarên qereqolê wêneyê Erhan nîşanî bav da, bav Azîz Olçen, kurê xwe teşhîs kir. Olçen, 20’ê Çileya 2020’an ji bo testa DNA’yê çû nexweşxaneyê mînaka xwînê da.
‘HÛN MUHATABÊN MIN NÎNIN’
Olçen, têkildarî lêgerîna xwe ya cenaze ku sê mehe li nexweşxaneyê ye û nikare bigire ev tişt gotin: “Dema lawê min zanîngeh dixwend hatibû girtin û 3 salan di girtîgehê de ma. Şopa tiliyên wî di qeydên dewletê de hene. Dewletê malbatê gelek kesên weke lawê min agahdar kirin. Çima me agahdar nakin? Me li dozgeriyê pirsî û got 'Encamên DNA’yê derneketibe jî qet nebe şopa tiliyên wî hene. Ji min re got ‘Tu ne muhatabê min e.' û nebû muhatab. Heke bav ne muhatab be wê kî muhatab be. Pişt re em mecbûr bûn hatin malê.”
‘EV ZORDESTÎ NAYÊ QEBÛL KIRIN’
Olçen, diyar kir ku parêzerê wan ji bo wergirtina cenazeyi serî li dozgeriyê daye lê dibêjin ‘encama DNA’yê diyar nebûye' û wiha bertekên xwe anî ziman: “Kesê ku jiyana xwe ji dest dabe, di kîjan olî de bibe bila bibe, divê bi lez bê definkirin. 96 roj in cenaze li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê de ye. Em çi çara diçin cem dozger, dozger diyar dike ku testa DNA diyar nebûye. Wê kengî bidin em nizanin.” Olçen, bibîrxist ku di veşartina cenazeyan da rastî tundiyê tên û wiha axivî: “Ez rêveberê MEBYA-DER’ê me. Dem dem em jî diçin ser gor û goristanê. Polîs û esker ji malbatan re dibêjin ‘heta endamên MEBYA-DER’ê neçin em cenaze nadin we.’ Gefan li malbatan dixwin. Ev zordestî ye, nayê qebûl kirin.”
‘HÛN DEWLETÊ TÊXIN ZIRARÊ’
Olçen, da zanîn ku dema çûn qerekolê fermandarekê got ‘Hûn dewletê têxin zirarê’ û wiha bi dawî kir: "Me cenazeyê xwe teşhîs kir wê demê cenazeyê me bidin me. lê gotin 'Na em nadin' û cenaze nedan me. Dema em ji qereqolê vegeriyan, rayedarekî qereqolê telefonî min kir û got 'Me tişta pêwîst ji dozger û qerekola Rezanê re got careke din min bêzar nekin' û gef li min xwar. Me dikujin jî dilê wan rehet nabe. Ev li dijî sinc e. Di ol û mirovahiyê de tiştekî wisa tune ye. Cenazeyan perçe dikin. Şev nîvê şevê didin malbatan û îşkenceyê li malbatan dikin. Hem zextên fizîkî hem jî yên derûnî li malbatan dikin. Em vê yekê qebûl nakin."