STENBOL - Şevê din li Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê balafira sefera navbera Îzmir û Stenbolê dikir ket xwar. Balafira ket xwar, bû sê perçe û kesekî di balafirê de jiyana xwe ji dest da.
Şevê din li balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê balafira sefera navbera Îzmir û Stenbolê dikir ket xwar. Di balafirê de kesekî jiyana xwe ji dest da. Waliyê Stenbolê Alî Yerlikaya diyar kir ku piştî balafir ji pîstê derket 50- 60 metreyî şemitiye. Walîtiyê anî ziman ku balafir ji bilindahiya 30-40 metre ketiye xwar û wiha got: "Di balafirê de 175 rêwî, 2 pitik û 6 personel, bi giştî 183 rêwi hebûn. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca jî daxuyanî da û diyar kir ku di balafirê de 179 kes hebûn û 3 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.