AMED – Yekemîn danişîna doza polîs Abdullah E. ê di qedexekirina kolanan Sûrê de ji kuştina Helin Şen tê darizandin, dê sibê li Edliyeya Amedê bê dîtin.
Zaroka 12 salî Helîn Şen, di qedexeya derketina kolanan a Sûra Amedê de dema di 12'ê Cotmeha 2015'an de ji bo nan bistîne derket kolanê, polîs Abdullah E., ji maşîna zirxî ya Kabro li ser wê gule reşandin û ew kuştibû.
Der barê polîs Abdullah E. de bi sucdariya "Bi zanebûn kuştiye" doz hat vekirin. Piştî 4 salan doz hat vekirin û dozger bi der barê polîs de ji 2 salan heta 6 salan ceza xwest. Derket holê ku Abdullah E. carekê bi navê "Şahit" îfade daye. Dîsa hat hînbûn ku ajokarê maşîneyê F.U. jî hatiye guhertin. Yekemîn danişîna dozê dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîs Abdullah E., ajokarê maşîna zirxî F.U. 7 polîsên li herêmê îfade dan. Bersûc Abdullah E. piştî bûyerê 82 roj şûnde di 2'ê çileya 2016'an de wekî şahid îfade da û gotibû: "Ji bo em êrîşên li ser xwe belav bikin me êrîşî cihê ku gule jê dihat kir. Piştî lêpirsînê îfade guhert. 85 roj şûnde ajokarê maşînê polîs F.U jî heman îfade da. Bersûc Abdullah E., di îfadeya xwe ya berê de israr kir, lê ajokarê maşînê F.U., piştre îfadeya xwe guhert.
Parêzerê Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, diyar kir ku lêpirsîna dosya der barê kuştina Şen de di Çileya 2016'an de bi dawî bûye û heta niha der barê dosyayê de tu kar nehatiye kirin. Yilmaz, anî ziman ku bi vê yekê dixwazin dem di ser dosyayê re derbas bibe û ev doz bê ji bîr kirin û ji rojevê derkeve. Yilmaz, da zanîn ku bi zanebûn vê rêbazê diparêzin û dixwazin eleqeya civakê ya li dijî dozê bişkînin û wiha got: "Ev ne dosyaya ku 4 salan bê rawestandin e. Ji xwe dîmen û belge hene. Dozger bi awayekî ku polîs şikdar e îfade distîne. Dozger heta 4 salan serî li îfadeya polîsên din nedaye. Polîsê bersûc wekî polîsê şikdar tê darizandin.
Yilmaz, anî ziman ku heta niha Taybet Înan, Cemile Çagirga, Sêvê Demir û gelek kesên din di qedexeya kolanan de jiyana xwe ji dest dan. Lê heta niha doz nehatiye vekirin û kes nehatiye darizandin û nehatiye cezakirin.
MA / Aydın Atay