* Parlementera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê li dijî xizanî, komkujiya jinan, betalî, komkujiya xwezayî gotina wan a ewil rabûna tecrîdê be û got: "Hişmendiya şer bi tecrîdê xwe dide ferz kirin."
* Li Qersê, her diçe sewalvanî û çandinî kêm dibe. Cotkar Erdal Karakoç, got: "Heger pîşesazî û çandiniya welatekî rûxiyabe, ev tê wateya ku aboriya vî welatî jî rûxiyaye. Êdî em nikarin bêhna xwe jî vedin".
* Qeyûmên tayînî Şaredariya Sûrê hatin kirin, şaredarî di bin deynan de hiştine. Pereyê deyn kirine jî qismek jê ji bo Midûriyeta Emniyetê ya Sûrê û ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Sûrê xerc kirine. Her wiha êzingên ji bo noqteyên kontrolkirinê yên polîsan jî ji qaseya şaredariyê kirîne.
* Hunermend Mazlûm Çîmen ku di Komkujiya Sêwazê de bavê wî Ozan Nesîmî Çîmen jî jiyana xwe ji dest dabû, nerazîbûna xwe ya ji bo berdana kujer anî ziman û got: "Sûcê li hemberî mirovahiyê nayê qebûlkirin".
* Dengbêjên li Mêrsînê diyar kirin ku divê dengbêj ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd bên cem hev du û gotin: "Heger yekîtî çê bibe wê kilamên xweş jî bên gotin. Wê dengê dengbêjan xweştir û baştir derkeve".
* Ramazan Acarê ku ji Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Kayseriyê hat berdan, anî ziman ku 2 sal in girtiyên ku muayeneiya bi hawayê kelemçekirî qebûl nakin nayên tedawîkirin û bal kişand ser binpêkirinên mafên ên din.
* Berpirsiyarê Wêjegeh Amed" Lal Laleş, destnîşan kir ku ew li ser xeyala maleke ku dê her tiştên rojane tê de cih bigire, her tişt bê axaftin, fikr û raman bên parvekirin, gotin bi hev re bê hilberandin û li dor wêjeyê bên cem hev du ketine rê.
* 16'emîn danişîna doza Berkin Elvan ê di bûyerên Gezî de bi guleya polîsan hat kuştin dê li 17'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişina doza Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye" û "Rêxistina çekdarî ava kiriye" dê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)
* 2'emin danişina doza 5 bersûcên ku li Serêkaniyê tecawizî 4 zarokan kirin dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wêranşar a Rihayê bê dîtin.
* Rêxistina Partiya Demokratîk (HDP) a Şirnexê dê bi tevlêbûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan 3'emîn Kongreya Asayî li dar bixin. (13.00)
* Înîsiyatifa Em Dixwazin Bijîn, ji bo aqûbeta kuştina xwendekara Zanîngeha Firatê Yeldana Kaharman bipirsin dê li pêş Operaya Sureyya ya Kadikoyê daxuaniyê bidin çapemeniyê. (19.00)