AMED - Ajokarê maşîneya zirxî polîs Î.A. yê zarokê 5 salî Efe Tektekîn perçiqand, îdîa kir ku ne pêkan bû ku zarok bibîne û pergala kamereya wesayîta zirxî xerab bû. Di danişînê de derket holê ku polîs Î.A. hîna jî li ser karê xwe ye û ajokariya maşîneya zirxî dike.
Yekemîn danişîna doza darizandina ajokarê maşîneya zirxî polîs Î.A yê di 11’ê Îlona 2019’an de li ser Cadeya Emek a Navçeya Rezan a Amedê zarokê 5 salî Tektekîn perçiqand û bû sedema mirovan wî li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Î.A. bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” tê darizandin. Polîsê bersûc û parêzerê wî, dibin parastina polîsan de ketin salona dadgehê. Parêzerê malbata Tektekîn Sedat Çinar, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û gelek parêzer di danişînê de amede bûn.
36 WELATIYAN JI BER VÊ YEKÊ JIYANA XWE JI DEST DAN
Bal kêş bû ku dadgerê danişînê, derbarê hejmara zêde ya parêzeran de got, “Hûn weke artêşekê li vê derêne.” Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî bersiv da vê gotina dadger û wiha got: “Parêzer li ser navê Navenda Parastina Zarokan beşdarî danişînê bûne. Di 10 salên dawî de, li herêmê 36 welatiyan ji ber lêxistina maşineyên zirxî jiyana xwe ji dest dane. Divê polîs berî her tiştî welatiyan biparêze, dûre ewlekariya canê xwe biparêze. Polîsên ku ewlekariya canê xwe digirin, dibin sedama kuştina welatiyan. Bersûc got ku nêrîna dîtina maşîneya zirxî tenge. Ma dem wisane divê bikaranîna maşîneyên zirxî bên sînordarkirin. Em difikirin ku ev bûyer ne bûyereke wisan qezayekê trafîqê ya ji rêzê ye. Di encama îhmalkariyê de vê bûyer rû daye. Em dixwazin bibin mudaxilê vê dozê.”
‘DOSYAYÊ BIŞÎNIN CEZAYÊ GIRAN’
Parêzerê malbata Tektekîn Sedat Çinar jî, xwest dosyeyê bişînin Dadgeha Cezayê Giran.
‘EM DEST PÊ KÊ EWLEHIYA XWE DI PARÊZIN’
Polîsê bersûc Î.A., di danişînê de parastin kir û wiha got: “Roja bûyerê ez ajokarê ekîbê bûm. Em li ser navê dewletê kar dikin û dest pê kê parastina ewlekariya xwe dikin. Ez tenê pir xemgînim.”
‘MUWEKÎLÊ BÊQISÛRE’
Parêzerê bersûc jî di parastina kir de wiha got: “Em naxwazin bûyerê ber bi aliyekê din ve bibin. Îdîaname di encama lêkoşîna delîlan de hatiye amadekirin. Di rapora pispor de tê gotin ku muwekîlê min biqisûre. Lê li gorî min muwekîlê min bêqisûre.”
KAMERA XIRA BIBÛ
Polîsê bersûc li ser pirsa “Di wesayîtê de qeydên qemerê hebûn?” a Parêzer Çinar jî, wiha îdîa kir: “ “Pergala heyî ji sala 2017’an ve ne dixebitî. Herî dawî ez ji cihê bûyerê veqetiyam. Weneyekê ku me kişandibû xuya nake.”
HÎNA JÎ AJOKARIYA MAŞÎNEYÊ DIKE
Serokê Baroyê Cîhan Aydın, dûre ev pirs ji bersûc kir, “Tu hîna li ser karî?” Bersûc jî, got: “Erê. Ez ji sala 2017’an ve ajokariya maşîneya zirxî dikim.”
‘QEYDÊN KAMERAYÊ JI MIDURIYEYA POLÎSAN XWEST’
Parêzer Çinar, diyar kir ku bavê zarok di dema bûyerê de gotiye wî bûyer ji kameraya aîdê maşîneyê temaşe kiriye û xwest qeydên kamerayê ji Midûriyeta Polîsan bê xwestin.
Dadgehê piştî parastinên hatin kirin, navber da danişînê û danişîn taloqî 27’ê Nîsanê kir.