RIHA - Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Xelîliyê Musluman Arslan ê duh hatibû binçakirin, piştî îfade da dozger hat berdan.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Xelîliyê yê Rihayê Musluman Arslan, duh di dema pêkanîna Lêgerîna Agahiya Giştî (GBT) ya li navçeya Xelfetî ya Rihayê de derket holê ku derbarê wî de lêpirsîn heye, hat binçavkirin. Arslan piştî lêpirsîna li Miduriyeta Polîsan sewqî Edeliya Rihayê hat kirin.
Dozgerê ku îfadeya Arslan girt, dûre serbest berda.