ŞIRNEX - Zafer Sagê ku bû du caran bû qeyûmê Şaredariya Hezexê, civînek bi esnafan re çê kiriye û di civînê de ji bo deynên xwe yê berê li xwe mikur hatiye, lê derpêş kiriye ku ji ber deynên rêveberiya HDP'î ya di hilbijartina 31'ê Adarê de nikare tu karî bike.
Qeymeqamê Hezexê Zafer Sag ku bû cara dudoyan dibe qeyûm Şaredariya Hezexê, di meha Çileyê de tevî Fermdadarê Cendirmeya Serkan Ergîn û Midûrê Emniyeta Navçeyê Îzzet Gunerî civînek bi esnafan re çê kir. Civîn li Eywana Konferansa Şaredariya Hezexê hat çêkirin. Sag, di civînê de deynên şaredariyê xistin stuyê hevşaredarên HDP'î û got, ji ber van deynan nikarin xizmetekê bikin.
DEYNÊN XWE YÊN BERÊ QEBÛL KIR
Sag, di civînê de ji bo serdema berê li xwe mikur hatiye û deynên kiribûn qebûl kiriye. Sag di civînê de gotiye: "Deynên rêveberiya beriya hilbijartina herêmî û deynên rêveberiya piştî hilbijartinê hene. Em hewl didin van deynan bidin. Ên piştî hilbijartina herêmî hatin ser kar, li ser bîlboardan deynên şaredariyê daliqandine, lê ev ne rast in. Di 7 mehan de 6.5 milyon deyn xistine stuyê şaredariyê. Çimkî piraniya deynan ne deynine wehdekurt in. Deynine domdirêj in û hatine texsîtkirin. Ji xwe ev deyn di dema xwe de dihatin dayîn. Deynên ku ji bo 15 salan hatine texsîtkirin, bêyî ku dema wan bê diyarkirin wekî deyn nîşandan fikreke xirab e".
Hevşaredar Mûrat Şen ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin ji bo civîna navbirî anî ziman ku heta niha qeyûm ji bo gel tiştek jî nekiriye. Şen, diyar kir ku karên ku wan dane ber îhaleyê qeyûm wan dike û got: "Roja înê bi esnafan re civînek çê kirine. Di civînê de behsa deynên me kiriye. Behsa deynên ku me teşhîr kirine kiriye. Lê bila bş zanibin tiştên em ew teşhîr kirine ên wan in. Me gelek tişt kirine".
'XIZMET TUNEYE'
Şen, got: "Gelê me dizane me çi kiriye. Dizane me tevî ev qas zor û zehmetiyê jî hin proje pêk anîne. Şaredarî ne cihê Fermandarê Cendirmeyan û Midûrê Emniyetê ye. Ev ne civîna esnafa ye. Bila baş zanibin, çi dikin bila bikin wê nikaribin me ji gel dûr bixin. Gel bi projeyên me dizane, dizane me çi kiriye. Me çi kiribe pêşî em çûne cem wan û em bi wan şêwirîne. Çi dikin bila bikin lê gel li cem me ye. Em jî li cem gelê xwe ne".
Şen, ji bo 6,5 milyon deynê ku qeyûm behsa wê dike jî got, ji dema qeyûm mayî 3 milyon deynê DEDAŞ'ê hebû û wan ev deyn daye. Şen, diyar kir ku her wiha ji xeynî vî deynî wan gelek xizmet kiriye, lê belê qeyûm naxwaze van xizmetan bibîne.
MA / Mujdat Can