NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara eskerên li Idlibê jiyana xwe ji dest dan gihîştin 6’an.
Duh bi şev li Idlibê li dijî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êriş pêk hatibû. Di êrişê de ewilî 4 eskaran jiyana xwe ji dest da, eskerek jê giran 9 esker jî birîndar bûbûn. Wezareta Parastinê ya Neteweyî (MBS) têkildarî rewşa eskeran daxuyaniyek nû da û ragihand ku hejmara eskerên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 6’an.