STENBOL – Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin, ragihand ku di meha Çile de, herî kêm 27 jin ji aliyê zilaman ve hatin kuştin.
Platforma Emê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha Çile aşkere kir. Li gorî daxuyaniya platformê, di meha Çilde 27 jin hatin kuştin, 7 jin bi awayekê biguman mirî hatin dîtin, sedema kuştina 22 jinan nehat tespît kirin û 5 jin ji ber ku xwestin hevjînê xwe berdin hatin kuştin. Piraniya jinan ji ber li hevkirin redkirin, xwestin hevjînê xwe berdin, daxwaza têkiliya hevalitiyê red kirin û xwestin teşeyek nû bidin jiyana xwe hatin kuştin.
Di daxuyaniya KCDP’ê de ev agahî hatin dayîn: “Heya ku jin ji aliyê kî ve û ji bo çi tên kuştin neyin tespît kirin, wê derizandinek adîlane neyê kirin, cezayên kêm ji bo qatil û bersûcan bên dayîn, asta tundiyê wê zêdetir bibe.”
Di rapora KCDP’ê de ev dana hatin parvekirin: “Di meha Çile de 27 jin hatin kuştin. Nehat zanîn ku 3 jin ji aliyê kî ve hatine kuştin. 7 jin ji aliyê heskiriyên xwe ve, 5 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 5 ji kurên xwe ve, 3 jin ji aliyê bavên xwe ve, 2 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve û jinek jî ji aliyê heskiriyê xwe yê berê ve hatin kuştin. 15 jin bi çekê, 8 jin bi amûrên birînê û 2 jin bi lêdanê hatin kuştin. Jinek hat xeniqandin û jinek jî hat şewitandin.