‘Ocalan, li pergala Îmraliyê rêyek li aştiyê vekir'

img

STENBOL – Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Ocalan li gel tecrîdkirina giran bi fikrên xwe yên cîhanî li pergala Îmraliyê rêya aştiyê ya bi rûmet vekir. 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi destê hêzên navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999'an de jî Kenyayê radestî Tirkiyeyê kirin. Ocalan ji 15'ê Sibata 1999’an heta niha di hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye. Heta 27'ê Tîrmeha 2011'an ne bi rêk û pêk be jî dem bi dem parêzer diçûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin dikirin. Lê piştî 27'ê Tirmeha 2011'an hevdîtinên parêzeran bi hincetên cur be cur hatin astengkirin. Piştî 8 salan di encama berxwedana li girtîgehan ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 8'ê Mijdara 2018'an de dest pê kir û bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê; parêzer di 2'ê Gulana 2019'an de çûn Îmraliyê. Parêzer di 2019'an de di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bi giştî 5 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Dîsa piştî 7'ê tebaxê heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê. Parêzer her hefte serî li serdozgeriyê didin, lê serlêdanên wan bê bersîv dimînin. Der barê Ocalan û 3 girtiyên siyasî yên li Îmraliyê de bi periyodên 3 mehan di nava 15 mehan de 5 caran bê navber ceza ziyaret li malbatan qedexe kir û qedexeya li ser malbatan didome. 
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kirin ku mafê muwekilê wan ê darizandina adîl tê binpêkirin û di 17'ê çileya 2020'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Têkildarî tecridkirina li Îmraliyê û binpêkirina mafê darizandinê yê Ocalan ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Prz. Rezan Sarica, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Sarica, têkildarî astengiya 8 salan û sedema hevîdinên 2019'an axivî û wiha got: "Hevdîtina bi Ocalan re mafê me yê herî rewa, hiqûqî û zagonî ye. Lê 8 salan ev mafê me hat astengkirin. Piştî 8 salan yekem car di 2'ê Gulana 2019’an de me hevdîtin kir. Ev hevdîtin di encama greva birçîbûnê ya girtîgehan de pêk hat. Em dizanin Birêz Ocalan ji bo civaka Kurd pir bi qîmet e û nirxê civakê ye. Me dît ku gelê Kurd di sala 2019’an de li vî nirxê xwe xwedî derket û parast. Civaka Kurd, tecrîdkirina Ocalan a li Îmraliyê û qutkirina dengê wî qebûl nekir. Li dijî tecrîdkirina li Îmraliyê gel bû yek. Ji ber ku civaka Kurd heviya azadiyê û pêşeroja xwe di azadiya Oclana de dibîne. Di fikrên Ocalan de dibîne. Ji ber vê yekê gel li dora Birêz Ocalan bû qelek. Di asta herî jor de li Ocalan xwedî derketin. Li aliyê din rejîma tecrîdê dît ku ev wisa nameşe deriyê Îmraliyê li parêzeran vekir. Lê piştî hevdîtina 7'ê tebaxê, hevdîtina me bi dawî bû" 
 
ME PIŞTÎ 7'Ê TEBAXÊ BI 4 PARÊZERAN 49 CARAN SERLÊDAN KIR
 
Sarica, anî ziman ku parêzeran di 7'ê Tebaxê de hevdîtina dawî kir û wiha axivî: "Heta niha parêzeran 49 caran serlêdan kirin. Her carê 4 parêzeran serlêdan kir. Bi giştî 200 parêzeran serlêdan kir. Ji bo malbatan jî her carê 5 endamên malbatan serlêdan dikin û heta niha 25 caran serlêdana malbatan hat kirin. Bi giştî 125 endamên malbatê serlê dan kirin. Lê heta niha tu bersîv nedane parêzer û malbatan. Di hiqûqê de ji vê yekê re dibêjin red'a zimmetî. Heta sala 2016'an digotin 'Keştî xerabe ye'. Ri rapora CPT'ê de hat diyar kirin ku ev nade bawerkirin û di hiqûqê de tiştekî wisa tune ye. Dîsa diyar kirin ku nêzîkatiyek politik e. Niha jî heman tişt e. Berê bi rêbazên xwe dispartin hiqûqê hincet nîşan didan. lê niha raste rast asteng dikin. Di rastiyê de li pêş hevdîtinan tu astengiyên hiqûqî tune ye. Em li vir destnişan dikin ku Wezareta Dadê divê wekî saziyek îdarî erka girtîgehê, maqama dadgehê, saziya destûra bingehîn bibîr bixe û ev yek ferz e. Ji ber ku ev berpirsiyariya wan a zagonî ye û divê keyfî tev negerin. Her kes divê li gorî hiqûq û destûra bingehîn tev bigere. Li Îmraliyê 21 salin serdestiya dewletê heye. Ev çawa serdestî ye. Ger ku hiquq û destûra bingehîn li vir tune be ev çawa serdestî ye. Dema hiqûqê bibîr dixin jî hiqûqa wêdekirinê pêş dixin. Ji ber vê yekê pergala Tecrîdê ya li Îmraliyê ya rêveberiya hiqûqê li Tirkiyeyê bûye wekî şiklekî rêveberiyê." 
 
Sarica, da zanîn ku li aliyekî serdestiya dewletê heye û rêveberiya xwe hiqûq agno bêhiqûqiyê ferz dike, li aliyê din muwekilê wan ji bo demokratîkbûn, mafên bingehîn ên azadiyê derî vedike û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan jî li şûna ku li qada hiqûqa awarte tev bigere, li dijî vê serdestiyê îtîrazên civakî, siyasî, felsefîk û dîrokî dike. Îmraliyê li dijî hiqûqa serdesdan dike deriyê mafê civakê. 21 salan li Îmraliyê deriyê çareserî û aştiyê vekirî hişt. Ev derî, deriyê ji bo aştî, çareserî, guhertin û demokrasiyê ye. Zindîbûna Ocalan herikîna vê çareseriyê berdewam dike. Birêz Ocalan li pergala Îmraliyê rêya aştiya bi rûmet zindî hiştiye." 
 
Parêzer Sarica, bal kişand ser serlêdana dawî û wiha got: "Ev serlêdan, serlêdana ku di şexsê Ocalan de nîşan dide ku li Tirkiyeyê pergala darazê têk çûye ye. Me li dijî cezayê dîsîplînê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. 
Di nava Salek û 6 mehan de 5 caran bê navber muwekîlê me her carê rastî 3 meh cezayê dîsîplînê hat. Rastiya ku bê navber ceza tê dayîn bi hiqûqê nayê îzahkirin. Ev rastiya ku îhlala bi rêk û pêk heye nîşan dide. Ji bo ku em vê îhlalê bidin nîşandan, hem jî ji bo darizandina adîl pêk bê me ev serlêdan kir. Bi qasî em fêr bûn cezayê li muwekilê me Ocalan hatiye birîn di 8'ê Mijdarê de, yê li girtiyên din jî di 26'ê mijdarê de hatiye birîn. Di vê pêvajoyê de serlêdên malbatê û parêzeran heye. Li vir li ser navê hiqûqê me tiştek nedît. Hemû pêkanîn keyfî ye. Ji ber vê yekê me li AYM’ê diyar kir ku binpêkirina bi rêk û pêk zêde bûye û parêzer nikarin xwe bigînin Brêz Ocalan. Me anî zimanku Birêz Ocalan rastî cudakariyek mezin tê. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) der barê dozek ku Ocalan mijara dozê bû biryar da. AYM'ê di biryara dozê de diyar kir ku muaxaleya xebatên der barê Ocalan de îhlala mafan e. Diyar kir ku li dijî azadiya ramanê ye. Ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe ji sala 2015'an heta niha serlêdan hene. Lê biryar nayê dayîn. Rayedarên AYM’ê jî vê yekê piştrast dikin. Em nizanin çima sedem ji me tê veşartin. Tevî ku me serî li dadgehê daye, dosyayê nadin me. Daxwazên me red kirin. Çima ev ceza daye, hinceta wê çiye aşkere nakin. Nêzîkatiya hiqûqî ya der barê Birêz Ocalan de têkildari rêveberiya pergala Îmraliyê ye. Tu bingeha zagonî ya vê yekê tune ye. Bi temami keyfî û siyasî ye. 
 
Parêzer Rêzan Sarica, herî dawî wiha axivî: "Bi tevahî têkoşina hiqûqê heye. Lê ev bi temamî neyînî ne û tên redkirin. Em bi vê yekê qarneya hiqûqê didin Tirkiyeyê. Di tabloya heyî de garabeta hiqûqê derdikeve holê. Me serî li AYM’ê da. Em li dijî tecrîda li îmraliyê têkoşînek berfireh didin. Ji serlêdanan heta name, faks û mafê ragihandinê û heta serlêdana AYM’ê gelek tişt hene. Ji serlêdana DMME'ê heta serlêdanên navneteweyî gelek dosya hene. Piştî salan me di 2'ê Gulana 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kir. Bi giştî 5  hevdîtinen parêzeran 3 hevdîtinên malbatan pêk hat. Herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin hatin kirin.  Em wekî civak kengî ji qeyd û bendê xwe rizgar bûn, bi awayekî civakî em peş ketin û mezin bûn, wê demê em dikarin tecrîdê bişkînin. Ji ber vê yekê Brêz Ocalan dibêje "Azadiya Civakê azadiya min e." 
 
MA / Ferhat Çelik
 
 
 

Sernavên din

03/02/2020
14:30 Li navçeyên Mêrdînê endamên meclîsê hatin astengkirin
14:29 Dadgehê qezenca neheq a Şaredariya Rihayê rawestand
14:23 Hejmara eskerên li Idlibê hatın kuştin derket 6’an
13:15 Li Cizîr û Hezexê endamên meclisê negirtin şaredariyan
12:40 Civîna Kongreya Star dest pê kir
12:31 Li Rihayê 2 kesên ku zarokan îstismar kiribûn hatin girtin
12:22 Di meha Çile de 27 jin hatin kuştin
12:21 Ji Rûsyaye daxuyaniya Îdlibê: Êrîşa hewayî pêk nehatiye
12:20 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya meha sibatê eşkere kir
12:09 TUAY-DER: Wezaret bila daxwazên Grûp Yorumê pêk bîne
11:52 HDP: Wê bi pergala Bekçîvaniyê binpêkirina mafan zêde bibe
11:46 Li Girtîgeha Eskîşehîrê polîsên tîmên taybet jî beşdarî lêgerînê bûn e
11:35 ‘Ger tecrîda li ser Ocalan rabe wê tecrîda li ser jinan jî rabe’
11:15 HDP: Êrîşa li dijî Mexmûrê zindîbûna DAIŞ'ê nîşan dide
11:05 Polîsan destûr neda encûmenên HDP’yî beşdarî civînê bibin
10:38 ‘Ocalan, li pergala Îmraliyê rêyek li aştiyê vekir'
10:20 Rageşiya li Îdlîbê zêdetir dibe: 4 leşker mirin
10:07 DFG'ê rapora binpêkirinê mafên rojnamegeran a meha Çileyê aşkera kir
10:02 ‘Em ji têkoşîna jinên kurd îlhamê digirin’
09:18 Ûzgel: Pirsgirêka Filistînê li Rojhilata Navîn mijara polîtîkaya hundirîn e
09:18 Rojname ji ber peyva 'komkujî' asteng kirin
09:13 Sayiştayê nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê yek bi yek rêz kir
09:13 Parêzera Berfîn: 1.5 lître asîta ku hatiye reşandin delîla sûcê kuştinê
09:12 Di doza cînayeta Eylem Tîler de biryar wê bê dayîn
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2020'AN
02/02/2020
18:41 Parazvanên Mexmûrê êrîşa DAIŞ’iyan şikand: 2 DAIŞ'î hatin kuştin
18:24 Meşên dirêj di roja 2'emîn de li Berlîn û Hannoverê berdewam kir
17:25 Ji bo berdevkiya TJA'yê Ayşe Gokan hat hilbijartin
16:53 Dormîşa alîkariyê ya HDP'ê hat astengkirin
16:44 Temellî: Divê berê hûn pirsgrêka Kurd çareser bikin
16:08 Çeteyên DAIŞ'ê êrişî Mexmûrê dikin
15:28 Li dijî projeya Kanal Îstanbul 11 kilometre meşiyağn
15:21 Ji bo 80 dibistanan biryara hilweşandinê hat dayîn
15:17 Birîna teqina Davutpaşa 12 salin ne kewiya ye
14:47 Şaxa SES'ê ya Amedê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
14:05 Hinceta qedexeya Dayikên Şemiyê: Acizkirina turîstan e
13:39 CHP'ê ji bo Kizilayê pêşniyara Komîsyona Lêkolîna Meclisê kir
12:59 50 kolberên li Seqizê winda bûn hatin dîtin: Yekî jiyana xwe ji dest da
12:50 Dîmenên êrîşa li ser kampa Eyn Îsa dertetin holê
12:16 ‘Kî qatilan efû bike bila bike, lê em efû nakin'
11:41 Xwebûn: Erdhejê rastî derxist holê
11:25 23 roj in Hurmuz û Şîmonî Dîril li ku nu ne?
11:16 Konferansa TJA'yê di roja 2'emîn de didome
10:47 Her kes dikare alîkariyê bişîne, lê ya HDP'ê desteser dikin
09:36 'Ola Îslamê dikin amûrê zewaca zarokan'
09:09 Eren Keskîn: Şideta fermî ber bi deriyê mala me ve tê
09:07 Stenbolî li dor HDP'ê bûn xelek
09:06 ‘Ne ji bo Qenal Stenbolê ji bo erdhejê xerc bikin'
09:03 Dadgehê ji bo êrîşa bi kezavê got, 'delîlên berbiçav bi dest neketine'
09:02 Neliritiyek bi qasî qama Minareya Çarnig
09:01 Tûtinfiroşên Semsûrê wateyê nadin qedexekirina tûtinê
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2020'AN
01/02/2020
16:37 Ji bo girtiyên nexweş bang kirin: Êdî cotstandartiyê nekin
15:55 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
15:46 Ji ber berfê rêya 55 gundan li Amedê hat girtin
15:28 Minaz û Aşkan hatin berdan
15:25 Temellî: Li vî welatî tecrîda mûtlaq heye
15:16 Mamosteya tundî li xwendekar kir ji wezîfeyê dûr kirin
14:55 Filistînê Peymanên Osloyê xera kir
14:41 Kurê Serdar Taniş: Ez tu carî wan efû nakim
14:38 ‘Ne notirvanên bi çek bila notirvanên demokrasiyê hebin’
14:12 SMO'yê li El Babê êrîşî rejîmê kir
13:58 Konferansa Jinan bi dirûşma 'Em hene û li ser piya nin' dest pê kir
13:16 Serdozger lêgerîna tazî qanûnî dît!
12:44 Ji HDP’'ê amadekariyên kongreyê: Komîsyona Mûtabakatê ji bo qadroyên dema nû dixebite
12:26 Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
11:51 Hejmara 30'emîn a Demokratîk Moderniteyê derket
11:35 Aktîvîsta TJA’yê Aşkan hat binçavkirin
11:35 Li Ceyhanê cesedê jinekê hat dîtin
10:12 Cûdakariya navbera herêman mirina zarok û dayikan zêde dike
09:47 Dexîl Garo: Helbest eynika mirov e
09:44 Girtî û malbatên wan muameleya xerab şermezar kirin
09:22 Ji Vîrûsa Corona 259 kes mirin
09:04 Qeyûm dixwaze Kiziltepe Belediyesporê qels bike
09:03 Beyter: Divê xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî li her malê bên kirin
09:01 'Em dikarin bi kilameke kurdî tenê jî ji qirkirina çandî rizgar bibin'
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2020'AN
08:43 Li Xarpêtê li pey hev du erdhej rû dan
08:36 Li Wanê jinek hat kuştin
31/01/2020
21:20 Li Dîlok û Semsûrê 484 kes jehrî bûn
16:23 Bi 7 pirsan Vîrusa Corona: Li 22 welatan belav bû
16:00 Di lêpirsîna Elçî de encamê negirin dê serî li AYM’ê bidin
15:35 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
15:25 Jina ciwan a hatibû angaştkirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:08 Onlu yê HDP’î: Walî berpirsê bûyerên li Dersimê rû dide ye
14:40 Biryara bidûrxistinê pêk ne anîn: Hejîna xwe ya berê û keça xwe kuşt
14:15 Dozger beriya danişînê xwest Selçûk Mizrakli bê cezakirin
14:02 OHD'ê li dijî tecrîdê banga hestiyariyê li raya giştî kir
13:44 Coronavirûsê xwe li Stenbolê jî da nîşandan
13:05 Hevşaredara Tûşbayê Minaz hat binçavkirin
12:59 Malbat ji bo için Îmraliyê serlêdan kirin
12:35 Biryara AYM’ê ya ji bo faksa ji Ocalan re hat şandin: Ji bo motivasyonê bilind bikin nivisîn
12:31 Hin kevirên Sûrê li Peyasê veşartî hatin dîtin
12:12 Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê
12:10 Hat angaştkirin ku gardiyanan li Girtîgeha Beşîkduzu provokasyonê derxistine
11:51 Cenazeyê Demîrbag piştî 6 mehan veşartin
11:09 Avahiya li Gezînê hilweşiya û 4 kes têde mirin li ser çiravê hatiye avakirin
11:05 Serokê JMO’yê Demîrbaş: Dibe ku li herêmê erdhejên dijwartir rû bidin
10:11 Stratejiya dema nû ya HDP’ê wê ‘Tifaka Demokratîk a Bihêz’ be
10:05 Bîlgen: Rojek piştî hilbijartinê jî nelirêtî li şaredariyê hatiye kirin