AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirinê mafên rojnamegeran a meha Çileyê aşkera kir. Li gorî raporê 21 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hatiye birîn.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora binpêkirinê mafên rojnamegeran a meha Çileyê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir. Komeleyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser zextên ku di nav mehê de li rojnamegeran hatine kirin û destnîşan kir ku 21 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hatiye birîn.
Daxuyaniya komeleyê wiha ye:
“Di meha destpêkê ya sala 2020’an de jî zext û pêkêtiyên li ser çapameniyê û rojnamegeran berdewam kirin. Kedkarên çapameniyê, bi gelek pirsgirêk û astengiyên cûda re rû bi rû man. Doz li wan hatin vekirin û ceza li wan hatin birîn.
Li gel ku di sala 2019’an de pakêteke darazê hatibû amadekirin û qaşo hin sererastkirin ji bo sazî û dazgehên çapameniyê jî hebûn, di vê mijarê de tu guhertin pêk nehatin. Weke berê êrîş û zehmetî ji saziyên çapameniyê re hatin derxistin û rojnameger ji karê xwe hatin dûr xistin. Bi vê yekê tê xwestin ku bi rêya çapameniyê tu dengekî mûxalîf li dijî desthilatê dernekeve. Ji bo vê yekê rojnameyên ku weşaneke muxalîf dikin, danekirinên îlanan li ser wan hatin sepandin.
Dîsa ji ber dîtina mijaran a ji desthilatê cûda, doz li manşetên rojnameyan hat vekirin û kedkarên çapemeniyê ketin ber lêpirsînan. Nêzî hezar rojnamegerên ku bi awayekî azad dixebitin û qelemşoriya desthilatê nakin qertên wan ên zer ên çapameniyê hatin betalkirin. Lê ji bertekên zêde yên ji bo vê yekê careke din qert hatin aktîfkirin. Lê ji hêla serokkomariyê ve hat ragihandin ku ev qert di nirxandinê de ne. Bi çavê desthilatê heke tu ji bo berjewendiyên wê nexebitî û di weşanên xwe de propagandaya wê nekî tu ne rojnamegerî. Bi vê rêbazê tê xwestin ku her rojnameger xizmeta wê bike.
Ji ber van pêkanîn desthilatê, mirov nikare li Tirkiyeyê qala azadiya çapameniyê bike û roj bi roj rêza Tirkiyeyê ya di azadiya çapameniyê de bi paş de dikeve.
Em weke komele, daxwaz dikin ku zext û pêkûtiyên li ser çapameniyê bên bidawîkirin û qadeke ku rojnameger karibin bi awayekî azad kar û xebatên xwe lê bimeşînin bê avakirin. Em diyar dikin ku heta azadiya çapemeniyê pêk bê dê têkoşîn û xebatên xwe yên ji bo vê yekê bidomînin.
DANEYÊN STATÎK ÊN RAPORE BINPÊKIRINA MAFÊ ROJNAMEGERAN
* Derbarê 2 rojnamegeran de doz hat vekirin.
* 12 rojnameger hatin darizandin.
* 21 sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran hat birîn.
* 2 rojnameger tehliye bûn.
* Qertê zer ê çapemeniyê yên nêzî hezar rojnamegerî hat betalkirin û paşê dîsa hatin aktîfkirin.
* 7 rojnameger ji kar hatin derxistin”