NAVENDA NÛÇEYAN - 2 roj berê nêzî 50 kolber li zozanên Serşîw ên bajarê Seqizê winda bûbûn hatin dîtin. Piştî lêgerînê kolberên winda bûbûn, hatin dîtin. Di nava wan de Osman Fituhî ji serma jiyana xwe ji dest da.
Li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê, nêzî 50 kolber ji ber berf û bagerê winda bûn. Li gorî nûçeya Kolbernewsê, 2 şev berê komeke kolber ku hejmara wan nêzî 50 kese, li zozanên Serşîw ên bajarê Seqiz ji ber berf û bagerê winda bûbûn. Welatiyên herêmê ji bo dîtina kolberan, ketine nava liv û tevgerê. Welatiyan ji hikûmetê alîkarî xwestin, lê heta niha bersiv nedan. Piştî lêgerîna welatiyan kolberên winda bûbûn hatin dîtin. Di nava kolberên hatin dîtin de Osman Fituhî ji serma jiyana xwe ji dest da. 2 kolberên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê. Teqez nehat piştrastkirin ku ên din hemû hatine dîtin ya na.
Kolbernewsê ragihand ku di roja pêncşema hefteya borî de hêzên rejîma Îranê li herêma Ûrmiyeyê du komên kolber gulebaran kirine. Di encama gulebaranê de kolber Welî Gundek Mela û Osman Wezîrî birîndar bûbûn.