NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Hefteya borî komên çekdar li Eyn Îsa û herêmên nêzî navenda navçeya Til Temir a herêma Cizîrê topbaran kiribûn. Dimenên êrîşê derketin holê. Di dîmenan de tê dîtin ku çadirên li kampê tev dişewitin.
Komên çekdar ên wekî OSO û MSO, di bin kontrola TSK û Tirkiyeye de êrîşên li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Herî dawî di nava hefteya borî de êrîşî Eyn Îsa kirin û zarokan jiyana xwe ji dest dabûn. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dîmenên topbarana komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê derxistin holê. Piştî êrîşên li dijî kampa Eyn Îsa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dîmen derketin holê. Kamp tenê bi 100 metreyan dûrî navenda navçeya Eyn Îsa ya li ser rêya navdewletî M4 ya di navbera Heleb û Hesekê de ye.