AMED - Hêjmara 7'emîn a Rojnameya Hefteyî ya Xwebûnê bi manşeta "Erdhejê rastî derxist holê" derket.
Rojnameya hefteyî Xwebûn, bi hêjmara 7'emîn derket. Xwebûn vê hefteyê bi nivîsên nivîskar Mizgîn Ronak a "Nêz û dûr, nivîsa Zehra Mohammedzadeh a "Têkoşîna ku dîrokê ronî dike", nivîsa Agit Yazar a "Efendiyên welatê jor", nivîsa Samî Tan a "Kurmê zimankuj", nivîsa Yaşar Eroglu a "Êşa Zimanê Kurdî-2", nivîsa Felemez Ulug a "Artêşa veşarî", nivîsa Selîm Temo ya "Hirçê kezebewitî", nivîsa Ramazan Tunç a "Serdestiya hiqûqê û aborî" û nivîsa Hiwa Khoshnow a "Jeo-politîkaya nû û bandora wê-2" derdikeve pêşberî xwînerê xwe. Xwebûn dîsa bi roportaja taybet a bi Stranbêja Kurd Tara Mamedova ve derdikeve pêşberî xwînerê xwe.
Xwînerên rojnameyê ku dixwazin xwe bigînin rojnameyê dikarin ji pirtûkxane, weşanxane û bayiyan, rojnameyê bi dest bixin.