* Qeyûmê Şaredariya Sûrê, di bin navê "sererastkirina derdorê" ji bo Minareya Çarnig bi milyaran pere xerc kir. Minareya Çarnig, ne di nav sînorê karbidestiya Şaredariya Sûrê de ye.
* Semsûrê dibêjin ew wateyê nadin ku firotina titûna wan bi qanûnan hatiye qedexekirin.
* Dadgehê piştî 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Casim Ozan Çeltîk birî ku kezav avêtibû ser çavê Berfîn Ozekê, hinceta biryara xwe aşkere kir. Dadgehê di biryara xwe de got, "delîleke berbiçav bi dest neketiye ku gelo bersûc bi qesda kuştinê tev geriyaye yan na".
* Stenboliyan destnîşan kir ku wê projeya Qenal Stenbolê pirsgirêkên bajêr girantir bike û gotin, beriya her tiştî divê ji bo erdhejê û betaliya heyî tevdîr bên girtin.
* HDP'ê, li Stenbolê kongreyên xw eyên gelek navçeyan temam kirin. Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, destnîşan kir ku ligel hemû zext û zoriyan jî gel xwedî ki partiyê derdikeve û got: "Kongreyên me hêza me xurtir dikin".
* Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, qanûna ji bo dorfirehkirina karbidestiya notirvanan nirxand û got: "Şideta fermî tê ber deriyê mala me". Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Enqereyê Mûrta Yilmaz jî ji bo notirvanan got: "Arêtşa AKP'ê ye".
* Tevgera Jinên Azad (TJA) dê 3'emîn Konferansa jinê li Amedê di roja duyemîn de berdewam bike. (10.00)
* Malbatên Karkerên li Edaletê digerin, dê ji bo bîranîna 21 kesên di teqîna Davutpaşa ya Stenbolê de jiyana xwe ji dest dan, li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00/13.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê beşdarî Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê bibe. (13.00)
* Meclîsa Ciwanên HDP'ê dê bi şîara "Me serî hilda em li ber xwe didin" û “Em bi ser faşîzmê ve dimeşin" li Wanê şahiyekê li dar bixin. (13.00)
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Îzmirê dê şahiyekê li dar bixin. (15.00)