NAVENDA NÛÇEYAN - Komen çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê, li dijî rejîma Sûriyeyê ku li Îdlibê bi pêş ve diçe operasyona da destpêkirin.
Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO), li El Babê ku di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, li dijî herêmên ku rejîma Sûriyeyê û Rûsyayê bi hev re tevdigerin, operasyona da destpêkirin. Tê gotin ku li başûrê El Babê liv û tevgera leşkerî zêde bûye û bînayeke ku ala Rûsyayê li ser hebûye ketiye bin kontrola SMO'yê. Agahî hene ku SMO'yê li rojavayê El Babê jî 2 gund ji rejîmê hatine girtine.
Beriya çend rojan Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, angaşt kiribû Rûsya li lihevkirinên Astana û Soçiyê yên di navbera wan de xwedî dernakeve û heke pêşveçûna li Îdlibê neyê sekinandin dê çi pêwîst bike dê bikin.