ÇEWLIG – Girtiyên li Girtîgehên Tîpa M a Servekirî û Girtî ya Çewligê li dijî muameleya xerab li dijî wan tê kirin çalakî li dar xistin. Malbatan jî li ber girtîgehê destek dan girtiyan.
Girtiyên li Girtîgehên Tîpa M a Servekirî û Girtî ya Çewligê li dijî muameleya xerab ku li wan tê kirin çalakî li dar xistin. Malbatan jî li ber girtîgehê piştevanî da girtiyan. Malbatên girtiyan duh di saetên êvarê de li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Malbatan dirûşmên “Midûr îstîfa”, “Çewlig li vir e, midûr li ku ye?” berz kirin û muameleya xerab a li dijî girtiyan şermezar kirin. Girtiyan jî li qawîşan bi çepikan destek da çalakiya malbatan.
Saddam Balat li ser navê malbata axivî û diyar kir ku midûrê girtîgehê li hundirê hefsê adeta çewliga mirîşkan ava kiriye û zilmê li girtiyan dike.
Balat da zanîn ku mehkûman naşînin destûra wan 3u got: “Pêwîste hin girtî li girtîgeha servekirî werin ragirtin, lê bê sedem li girtîgeha sergirtî tên girtin. Mehkûm ji nexweşxaneyê raporan digirin, lê ji ber ku raporê werdigirin cezayê hucreyê li wan tê birîn. Sedem çi ye? Sûcê wan çi ye bila midur beg eşkere bike. Ez bang li Wezareta Dadê dikim, bila ji heqê vî midurê were der.”
SERDOZGER DAXUYANÎ DA
Serdozgerê Komarê yê Çewligê têkildarî çalakiya girtî û malbatan daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Li Girtîgeha Çewligê tu raperînek girtiyan pêk nehatiye. Hin malbatên mehkûman li ber girtîgehê ji bo sepanan şermezar bikin li ber girtîgehê kom bûne, demek dirûşm berz kirine û hêzên emniyetê wan belav kirine. Niha rewşek neyînî nîne.”