* Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar, got: "Heger em zarokê xwe bi kilameke kurdî û bi ruhekî wiha perwerde bikin û stranên xwe ji wan re bêjin, em ê karibin vê civakê ji qirkirina çandî rizgar bikin".
* Rêvebirê Şaxa KURDÎ-DER a Colemêrgê ya bi KHK'ê hat girtin Naîf Beyter, anî ziman ku divê xebatên Tora Ziman û Çand Kurdî berbelav bibin û li her malê bên kirin û got: "Ji destê me çi bê em amade ne".
* Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Qoserê hat kirin, alîkariya ji bo Kiziltepe Belediyesporê jî hatibû qutkirin. Tîma Kiziltepe Belediyesporê ji bo lîgê temam bike li benda alîkariyê ye.
* Tevgera Jinên Azad (TJA) dê 1-2'ê Sibatê li Amedê konferansê li dar bixin. (09.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Mûşê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî 3'emîn Kongreya xwe ya Awarte pêk bînin (10.00)
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya ji bo "Winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 775'an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Dê vê hefteyê aqûbeta Serokê HADEP'a Sîlopiyê Serdar Taniş û Sekreterê HADEP'ê Ebubekir Deniz bipirsin. (12.00)
* Xizmên windayan û ÎHD ya Amed, Êlih û Îzmirê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên hefteyî berdewam bikin. (12.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 410'an de çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam bikin. Dê bixwazin Girtî Velî Îlhan Ozdemîr ê li Panosê girtî serbest bê berdan. (13.30)
* Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, dê di hefteya 282’an de li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxungiyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê ji bo mafê mexdûrên KHK'ê dê li Îskeleya Beşîktaş a Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.00)