AMED – Ciwanê bi navê Sadûn Tutmaz ê li navçeya Rezanê ya Amedê aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin hat berdan.
Li taxa Bagcilar a girêdayî navçeya Rezanê ya Amedê Polîsan di 29’ê çileyê de li Taxa Bagcilar a navçeya Rezana Amedê bi ser mala Sadun Tutmaz ê 19 salî de girti bû û binçav kiribûn. Parêzerê Tutmaz, da zanîn ku li ser îxbara e-mailekê bi angaşta “propangandaya rêxistinê kiriye” muwekîlê wî hatiye binçavkirin. Parêzer diyar kir piştî ku îfadeya muwekîlê wî li emniyetê hat wergirtin sewqî dozgeriyê hat kirin. Dozger jî piştî îfade wergirtinê Tutmaz serbest berdaye.