AMED – Zelal Yilmaz a 17 salî ku duh hatibû angaştkirin întîhar kiriye li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê duh hatibû angaştkirin ku Zelal Yilmaz a 17 salî bi çekê hewl dabû întîhar bike. Yilmaz bi giranî rakiribûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê û li vir dihat dermankirin. Hat zanîn ku tevî hemû mudaxeleyên tibî jî Yilmaz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.