STENBOL – Hat zanîn ku zarokek Çînî ku rakirine Fakûlteya Tibê ya Çapayê Coronavirûs hatiye tespîtkirin. Parlamenterê CHP’ê yê berê Bariş Yarkadaş têkildarî mijarê belge parve kir û got Wezareta Tenduristiyê xemsariyê dike.
Coronavîrûs a li bajarê Vuhan a Çînê ku peyda bû û hema bêje li tevahiya dinyayê belav bû heta niha bûye sedemê mirina 231 kesan. Hat zanîn ku Coronavirûs li Stenbolê jî peyda bûye. Hat gotin ku li Tirkiyê yekem cara ev coronavirûs tê dîtin. Parlamenterê CHP’ê yê berê Bariş Yarkadaş têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê belge parve kir. Yarkadaş ragihand ku zarokê 6 salî yê Çînî ku bi nexweşîna coronavirûsê ketiye rakirine Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Çapaya Stenbolê û teşhîsa vê virûsê pê re peyda bûye. Yarkadaş bal kişand ser xemsariya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca û got wezîr xemsariyê dike.