AMED – Kevirên Sûrê yên ji avahiyên dîrokî hatibûn dizîn li hewşa seheyek xalîçe bi awayek ser nixamtî hatin dîtin.
Li 6 taxên navçeya Sûrê ya Amedê di 2’yê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin. Qedexe hêj li ser 6 taxên navçeyê didome. Avahî an jî şûnwarên dîrokî jî di nav de hemû avahiyên li van taxan hatibûn hilweşandin. Kavilên van avahiyan bi kamyonan biribûn erdê Zanîngeha Dîcleyê rijandinbûn. Kevirên van avahiyên dîrokî û kevirên ji dîwarên bedenan ve ketibûn ku bi fîgûr bûn ji aliyê hin kesan ve hatibûn berhevkirin û firotin.
KEVIR LI SEHA XALÎÇE HATIN VEŞARTIN
Têkildarî dizîkirin û firotina kevirên dîrokî lêpirsîn hatibû destpêkirin. Van kevirên aîdî avahiyên tomarkirî li hewşa seyeyek xalîçe ya li navçeya Peyasa Amedê hatin dîtin. Kevir bi kîsên xîzê, naylon, çêreyê seheyê hatin dîtin.
‘KEVIRÊN MALA MIN IN’
Me têkildarî mijarê xwe gihand xwediyê seheya xalîçeyê Mûrat Yigîter û wî da zanîn ku 2 malên wî li navçeya Sûrê hebûne, di serdema qedexeyê de malên wî hatine xerakirin û kevirên van malên xwe aniye û li sehê diparêz e.
‘NE QANÛNÎ YE’
Em têkildarî mijarê bi Serokê Şaxa Odeya Avîhsazan a Amedê Şerefxan Aydin re axivîn. Aydin diyar kir ku avahiyên dîrokî yên li Sûrê nirxê hevpar ê mirovahiyê ye û got: “Kevirên mala wî bin jî di warê yasayî de tu mafê wî nîne wan keviran bibe. Avahî tomarkirî ne. Dibe ku ew der milê wî be, lê avahî ango kevirên malê nirxê hevpar ê mirovatiyê ye.”