MÊRDÎN – Cenazeyê endamê HPG’ê Mahmût Demîrbag ê li Erzînganê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû piştî 6 mehan hat veşartin.
Li çoltera navçeya Kemahê ya Erzînganê di 13’ê tebaxa 2019’an de di navbera endamên HPG’ê û eskeran de pevçûn qewimîbû. Di pevçûnê de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Ji van sê cenazeyan malbata HPG’î Mahmût Demîrbag piştî 6 mehan cenazeyê zarokê xwe ji Goristana Bêkesan a Erzînganê wergirt û anîn li Goristana Mohriz a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê veşartin.