XARPÊT – Serokê JMO’yê Şevket Demîrbaş da zanîn ku ji ber erdheja pêk hatiye xetên fayê yên li herêm şikestine dibe ku di dema pêş de rê li ber erdhejên dijwartir veke.
Di 24’ê çile de li Xarpêê erdhejek dijwar bi pileya 6.8 rû dabû, gelek avahî hilweşiyabûn û 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi ser hezar û 600 kesî re jî birîndar bibûn. Şandeyên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl jî serdanên xwe yên ji bo Xarpêtê didomin. Şandeya ji serok û rêveberên dodeyên girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) pêk dihat serdana Xarpêtê kirin û lêkolînan kirin.
Serokê Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz, Serokê Desteya Odeya Endezyarên Avahiyan (ÎMO) Cemal Gokçe û Serokê Desteya Rêveberiya Odeya Endezyarên Jeofîzîkê (JMO) Şevket Demîrbaş têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.
Serokê TMMOB’ê Emîn Koramaz da zanîn ku li Xarpêtê menzara ew rû bi rû pê re mane hemû ji ber polîtîkayên rant, berjwendî û bêkontroliyê ya feraseta siyasî pêk tê.
‘YÊN DERS JI ERDHEJÊN DIN DERNEXISTINE BERPIRSÊN VÊ HILWEŞANDINÊ NE’
Koramaz anî ziman ku yên ji erdhejên Marmara, Duzce û Wanê ders dernexistibin niha jî berpirsiyarê erdheja li Xarpêt û Meletiyê ne û got: “Ji bo hin felaketên giran pêk neyên divê îqtîdar hemû tedbîran bigire.” Koramaz da zanîn li şûna avahiyên bi ewle û saxlem werin çêkirin lê li şûna vê yekê rantê xistine meriyetê.
‘PIRSGIRÊK DI AVAHIYÊN BÊKONTROL DE YE’
Serokê ÎMO’yê Cemal Gokçe jî destnîşan kir ku li Xarpêtê ji ber bêkontroliya avahiyan însanan jiyana xwe ji dest daye û got: “Axa welatê me di bin talûkeya erdhejê de ye. Jixwe ev nayê nîqaşkirin. Di erdhejek nîv mezin de jî gelek kesan jiyana xwe ji dest da. Em ne bi bûyerê re bi xwe bi encamên wê re gengeşe dikin. Mirov dikare eşkere bêje ku pirsgirêk ne di xetên fayê û erdheja rû daye de ye, pirsgirêk di wan avahiyên hilweşiyan ku li hember erdhejê bê hêz in û hildiweşin de ye. Pirsgirêk ne di xetên fayê de ye, divê em di avahiyên bêwle yên xerabûne de li pirsgirêkan bigerin.”
‘DIBE KU ERDHEJÊN DIJWARTIR PÊK WERIN’
Serokê JMO’yê Şevket Demîrbaş da zanîn ku ji ber erdheja pêk hatiye xetên fayê yên li herêm şikestine dibe ku di dema pêş de rê li ber erdhejên dijwartir veke. Demîrbaş diyar kir ku bi tedbîran xesar dikarin werin kêmkirin û divê her kêlî ji bo erdhejên dijwartir amadekarî qediyabin û werin kirin.
MA / Lezgîn Akdenîz - Mehmet Şah Oruç