STENBOL - Derbarê mirina Huseyîn Polat de hin îdiayên nû derketin holê. Birayê wî Hasan Polat, derpêş kir ku rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê jê re gotine: "Nexweşxaneyên din an ji ber tije bûne an jî ji ber girtiyê siyasî bûye ew qebûl nekirine". Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ji ber xwînîbûna madeyê Polat rakiribûn nexweşxaneyê, lê belê ji ber ku bi saetan li nexweşxaneyê hatibû sekinandin jiyana xwe ji dest dabû.
Huseyîn Polat (52) ku 25 salan girtîbû di 25'ê Çileyê de ji ber xwînîbûna madeyê wî ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê rakiribûn nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê li nexweşxaneyê bi hinceta "cih tuneye" nehatibû razandin û xwestibûn wî sewqî nexweşxaneyên din bikin. Li nexweşxaneyên din bi hinceta cih tuneye vê carê li Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê li polîklînîkeke cuda hat razandin, lê ji ber zêde xwîn jê çûbû jiyana xwe ji dest dabû. Birayê wî Hasa Polat, ji bo meseleyê tam fam bike telefonî hemşîreya revîra girtîgehê kiriye.
Axaftina Hasan Polat û hemşîreyê bi vî awayî ye:
Hasan Polat: Birayê min di 24'ê mehê de telefonî me kir û got, 'Ez qet nebaş im. Derziyek li min xistine. Laşê min tev werimiye. Wisa xuyaye ez ê bimirim'. Çima we ew nebiriye nexweşxaneyê?
Hemşîreya girtîgehê: Nikarim ji bo nexweşxaneya dewletê tiştekî bêjim. Lê dikarim ji bo xwe tiştekî bêjim. Gava wî ji nexweşxaneyê şandin dîsa min gazî wî kir. Heger tu bêjî berpirsiyar hûn nin, na em personelên vira ne. Ji me re çi bêjin em wê dikin.
Hasan Polat: Qey bijîşkê wir tuneye?
Hemşîreya girtîgehê: Li saziya me bijîşk tuneye. Tenê roja duşem û pêncşemê bijîşkek tê ew jî piştî nîvro. Bijîşkê malbatî ye. Yanî li girtîgehê bijîkekî daîmî tuneye.
Hasan Polat: Girtiyekî 24 salan mayî, divê gritîgeh bi nexweşînên wî zanibe. Divê hûn zanibin û li gor wê mudaxile bikin. Lê ev nehatiye kirin. Roja înê nerihet dibe, lê roja şemiyê wî dişînin nexweşxaneyê.
Hemşîreya girtîgehê: Na, roja înê saet di 4'an de gazî ambulansê kirine. Saet di 4-6'an de birine nexweşxaneyê. Gava ez hatim ji bo tansiyonê hatibû. Min li tansiyona wî nerî. Wî jî got, xwîn ji deva tê. Min jî gazî ambulansê kir. Ambulans hat û çû. Jê pê ve hew hat. Li nexweşxaneya dewletê bû.
Hasan Polat: Çima wî ji nexweşxaneyê anîn?
Hemşîreya girtîgehê: Roja înê saet di 4-6'an de birine beşa lezgîn. Lê wê çaxê xwînîbûn çê nebûye. Tansiyona wî jî ne bilind bûye. Tenê gotiye ez nerihet im. Wî birine nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê bijîşkê pispor tunebûye. Paşê li tehlîlên wî nerîne û wî şandine. Dû re gava me dest bi mesaiyê kir yanî sibeha Înê saet di 11'an de li revîrê min li tansiyona wî nerî. Ji ber ku zêde bû min jê re got hinekî bêhna xw evede. Piştî 5 deqeyan got, xwîn ji deva tê. Min gazî ambulansê kir. Çû û hew vegeriya.
Hasan Polat: Roja înê te tu derzî lê xistin an na?
Hemşîreya girtîgehê: Na.
Hasan Polat: We tu derman danê yan na?
Hemşîreya girtîgehê: Na, me derman jî endayê. Ji xwe em nikarint iştekî wiha bikin, ji ber ku bijîşk tuneye.
Hasan Polat: Yanî li girtîgehê we tu derzî lê nexistine?
Hemşîreya girtîgehê: derziyek heye, di 16'ê Kanûnê de. Êşbir e. Gava dibêje stuyê min diêşe, qeyda wî tê çêkirin. Kî ev derzî lêxistibe ji xwe diyar e. Lê tu eleqeya vê yekê bi wê derziyê re tuneye. Yanî derziya lê hatiye xistin di 16'ê Kanûnê de lêxistine. Pergala me ya ÛYAP'ê heye. Di wir de jîd ixuyê. Çimkî em her roj qeyd dikin. Yanî wekî hûn dibêjin şensekî me yê em paş ve vegerint uneye. Gava bijîşk ne li vira bin em nikarin derziyeke şbir jî li wan bixin.
Hasan Polat: Hûn dibêjin ji ber gurçikan, nerihetiya dil. Hûn dibêjin verişiyaye. We îmze daye û wî birine nexweşxaneyê. Wî ji nexweşxaneyê tînin. Lê dinerin tansiyona wî zêde ye. Dîsa wî dibin nexweşxaneyê. Hela li wexta ku derbas bûye mêze bikin. Heger li nexweşxaneyekê bihata razandin belkî niha sax bûna. Her wiha em çûn nexweşxaneyê me hevdîtin bi rayedaran re jî çê kir. Me telefonî nexweşxaneyên din jî kir. Ew jî qebûl nakin. Dibêjin: Nexweşxaneyên din an ji ber tije bûne an jî ji ber girtiyê siyasî bûye ew qebûl nekirine".
MA / Ferhat Çelîk