AMED - Nivîskar û weşanger Azad Zal, têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kir ku ziman çiqas xurt be çand jî xurt dibe û got: “Çand û ziman xurt bibin her aliyê jiyanê xurt dibe.”
Nivîskar û weşanger Azad Zal, Tora Ziman û Çanda Kurdî ji ajansa me re nirxand.
Zal, ji bo Tora Çand û Zimanê Kurdî destnîşan kir ku ji sala 2011'an û vir ve cara ewil xebateke wisa têr û tijî çê bûye û got: "Di qada sivîl de merheleyeke girîng e. Niha 26 weşanxane em bi hev re pêwendîdar in. Me yekîtiya xwe çê kiriye.” Zal, anî ziman ku karê ziman heta niha wek karê nivîskaran, weşanxaneyan dihat dîtin û got: “Piştî vê torê karê ziman û çanda kurdî êdî karekî hinek cihan nîn e. Her qadên ku hene û kesên ku li Kurdistanê dijîn bi awayekî rêxistinkirî sazî, dezgeh, komele dibe barê ser milê her kesî.”
‘BELAVKIRINA PIRTÛKAN PIRSGIRÊK E’
Zal, da zanîn ku piştî komxebata torê wekî maseya weşangeran hinek biryar girtine û got: “Barê me yê herî giran belavkarî ye. Pirtûkên kurdî, an yên li ser kurdan li aliyê Tirkiyeyê nayên belavkirin. Dîsa şandina ji bo Ewropayê pirsgirêk e. Divê em wekî maseya weşangerên kurd pergaleke belavkariyê çê bikin ku plan, programek hebe û maseyên din jî bibin alîkar. Dîsa pirsgireka me ya din çapxane ye. Mixabin li Kurdistanê çapxane tunene. Çapxaneyên heyî jî pirtûkan çap nakin. Em jî cihên ku çapxane pêşketî li wê derê çap dikin. Ev jî hem demê digire hem jî ji aliyê maliyetê ve jî zêde ye. Me wekî pêşniyaz niqaş kir ku em bikaribin çapxaneyekê bînin Kurdistanê. Maliyeteke zêde ye. Lê matbayek hebe ku karibe karê giştî yê çapê bike. Ji dîrokê jî em dizanin çapxane here ku derê şarezahî, şaristanî û xwendin û nivîsandin li wê derê pêş dikeve. Ji bo avakirina çapxaneyê jî piştgiriya sazî û dezgehan lazim e.”
‘STANDARDÎZASYONEKE RASTNIVÎSA KURDÎ TUNE YE’
Zal, bilêv kir ku her weşanxaneyek xwedî nêrîneke zimanî û rastnîvîsê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku standardizasyonek di rastnivîsa kurdî de tuneye ev pirsgirêk e. Hinek weşanxane bi awayekî, hinek bi awayekî din dinivîsin. Gava ku xwendevan dixwînin serê wî tevlîhev dibe. Em dixwazin vê standardîze bikin. Weqfa Mezopotamyayê pêşengtiya vî karî dike. Wekî din pirsgirêka me ya edîtoryayê û redaksiyonê heye. Mesela hinek pirtûkên kurdî gelek gazin li ser wan hene. Ji ber editorya û redaksiyona wan baş nayê kirin xwendevan jî jê aciz dibe. Çawa aşpêşek xwarinek xweş çê bike tê xwarin di heman demê de edîtorya û redeksiyon jî divê baş bê kirin ku xwendevan bikaribe bixwîne. Me biryar girt ku em atolyeyekê çê bikin. Ji her weşanxaneyê edîtor û redektor werin em di nav xwe de dersê bidin hev, hev xwedî bikin. Dibe ku mevanên ku di van karan de pispor bin jî gazî bikin ku vê xebatê bikin. Me pêşkeşî meclîsa torê jî kir. Nêzîkî 16 heb pêşniyazên me çê bûn. Lê rastiyek heye jî her tiştê ku em dibêjin nikarin bixin pratîkê ji ber ku hem jê re derfet hem dem hem jî hişmendî lazim e. Pirsgirêka me ya herî mezin hişmendî ye. Hişmendî hinek ji hev belav e.”
‘MEQSEDA ME EW E KU KURDIYA AKADEMÎK JI HOLÊ RAKIN’
Zal, destnîşan kir ku wekî weşanger di torê de kêmasiyên xwe tespît kirin e û got: “Em ê karibin çawa ji binê van kêmasiyan derkevin. Em ê bi karê xwe yê weşangeriyê hişmendiya çand, ziman û netewetiyê çi qas karibin xurt bikin û xwedî bikin. Em hêvî dikin ku weşangerên ku me xwe negihandiye wan, em ê wan jî tevlî bikin. Em hêza xwe bidin berhemên bi qalîte û baş ku bîra kurdî xurt bikin da her kes bikaribe kurdî rehet biaxive. Meqseda me yek jî kurdiya akademik ji holê rabe, kurdiya gel çê bibe. Ku gel bikaribe ji wan berhema xwe xwedî bike. Pêşniyazeke me jî ew e ku pirtûkên kurdî yên heyî em berhev bikin û di rojên girîng de li gel belav bikin.”
Zal, anî ziman ku di demên pêş de dê hin atolyeyan li dar bixin û got: “Em ê weşangeriya kurdî nîqaş bikin. Edîtoriya kurdî çima lawaz e? Yan jî xurt be çima xurt e û dê çawa xurt be? Belkî rojek, duroj an jî hefteyekê. Lê wek J&J me dest bi xebatê kiriye. Me heftê dest bi xebatên atolyeyan yên ziman kirin. Her roja yekşemê em dersa soranî didin. Em ê hefteya pêşiya me zazakî bidin dest pê kirin. Wekî din roman çawa tên nivîsîn? Me di qada xwe de dest bi xebatê kir. Dive her nivîskarê kurd soranî û zazakî zanibe. Wekî din em dixwazin kooperatîfeke belavkariyê ava bikin. Lê hem dem hem hêz lazim e. Hêza madî jî ya rêxistinî jî lazim e. Vê jî em ê nîqaş bikin.”
‘BAC JI ME TÊ STANDIN LÊ ALÎKARÎ NAYÊ KIRIN’
Zal, diyar kir ku pirsgirêka wan û dewletê heye û got: “Hem ji gel hem ji me gelek bac tê standin. Lê ev bac li me venagere. Mesela dewlet ji her weşanxaneyê wexta ku pirtûk derdixîne salê du car pirtûk distîne ji boyî pirtûkxaneyên xwe. Lê ev ji bo weşanxaneyên kurdan tuneye. Dewlet mecbûr e salê du car pirtûk bistîne. Wexta distîne jî kêmî 600 pirtûkan nastîne. Ji weşanxaneyên kurd 600 pirtûk bên standin kes nikare pişta me deyne erdê. Dîsa dewlet ji nivîskarê ku berhemekê derxîne re 20 hezar TL piştgiriyê dide. Lê yên ku bi tirkî dinivîsin. Wek quralekê derxistine. Em dixwazin ser vê meseleyê weşanger û nivîskarên kurd biaxivin. Tu bacê ji me distînî, divê pere li me jî vegere. Em nivîskarên gelê kurd in. Tu bacê ji gelê kurd distînî divê li kurda jî vegere. Em ê bi hêza torê biçin bi wezaretê re hevdîtin bikin an dê alikariyê bikin, an jî dê îtîraf bikin bêjin kurdî qedexeye. Kurdî di qanûnan de serbest e ez pêşiya wê dibirim. Ev karê me ye wekî din tiştê ku em ji dewletê bixwazin tuneye. Dewlet bila karê xwe yê eslî bi cih bîne. Wekî din em naçin destê xwe li ber dewletê venakin.”
‘XEBATÊN LI SER ÇAND Û ZIMAN WÊ BERFIREH BIBIN’
Zal, bibîr xist ku paye bilindên dewletê li ABD’yê gotine ‘tu qedexe li ser kurdî tune ye’ û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rast e qedexe li ser kurdî tune ye. Lê qanûneke zipzuha heye. Pirtûk qedexe nîne lê nayê belav kirin û piştgirî nayê dayîn. Li cihêkî semînerek çê bibe gazî nivîskarên kurda nakin.”
Zal, dest nîşan kir ku ziman çiqas xurt be çand jî xurt dibe û got: “Çand û ziman xurt bibin her aliyê jiyanê xurt dibe. Siyaset bi vî awayî xurt dibe, qadên pîşeyî bi vî awayî xurt dibin. Tu hêz nikarin pêşiya vê qadê bigirin. Xebatên niha û şûnde werin kirin divê berfireh bibe. Ez bi hêvî me ku ev xebat wê her biçe berfireh bibe û bihêz bibe.”
MA / Fahrettîn Kiliç