* Nivîskar û weşanger Azad Zal, têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kir ku ziman çiqas xurt be çand jî xurt dibe û got: “Çand û ziman xurt bibin her aliyê jiyanê xurt dibe.”
* Îdianameya nûçegihanên ajansa me Sadiye Eser û Sadik Topaloglû hat amadekirin. Dozgeriyê, geştên derveyî welat, nîşe û materyalên nûçeyan "delîlên sûc" hesibandiye.
* Pêşnûmaya ji bo efûkirina faîlên îstismarê di komîsyonê re derbas bû û şandin Meclîsê. Welatiyan destnîşan kir ku li meclîs nîqaşkirina pêşnûmayeke bi vî rengî şermeke mezin e.
* Welatiyên tên bazara Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, gelek jê destvala vedigerin malê û piraniya esnafan jî bêyî serfetihê bikin dezgehên xwe digirin.
* Berdevka EGEÇEP'ê Alîme Yalçin Mîtap, ji bo 511 parsel erdên ku hatine îstîmlaqkirin got, ev yek asta rant û bêhiqûqîtiyê nîşan dide. Parêzer Arîf Alî Cangi jî bang li xwediyên erdan kir ku ji bo betalkirina biryarê dozê vebikin.
* Derbarê mirina Huseyîn Polat de hin îdiayên nû derketin holê. Birayê wî Hasan Polat, derpêş kir ku rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Tekîrdagê jê re gotine: "Nexweşxaneyên din an ji ber tije bûne an jî ji ber girtiyê siyasî bûye ew qebûl nekirine". Li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê ji ber xwînîbûna madeyê Polat rakiribûn nexweşxaneyê, lê belê ji ber ku bi saetan li nexweşxaneyê hatibû sekinandin jiyana xwe ji dest dabû.
* Şerê li Iraq û Sûriyeyê, li Rihayê karê barkêşiyê qedandiye. Barkêş Eyyup Mengî, got: "Li organîzeyê rojê 100 wesayît dikevin rê. 2 hezar wesayît jî dimînin. Heger wisa dewam bike em ê ji bo karên demsalî biçin Konya, Enqere û Efyonê."
* Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê dê têkildarî 4'emîn Kongreya Mezin li Navenda Giştî ya HDP'e daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)
* Danişîna doza xwendekarên Zanîngeha Stenbolê yên li dijî operasyona li ser Efrînê pankarta "Ji bo dagirkerî û komkujiyê loqûm nayê belavkirin" vekirin û doz li wan hat vekirin. dê li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)
* Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê dê têkildarî tecrîdê dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Baroya Amedê ji bo bîranîna Tahîr Elçî dê di hefteya 2013'an de Kursuya Mafên Mirovan a Tahîr Elçî li pêş Edliyeya Amedê pêk bîne. (13.30)
* Rêxistinên Pişeya Tenduristiyê dê têkildarî mîtînga li Enqereyê ya bi şîara “Tekoşîna li dijî Tundiya tenduristiyê mezin dibe" di 15'ê Adarê de li dar bixe li Navenda Giştî ya TTB'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, dê dêkildarî geşedanên dawî li navenda giştî civîna çapaemeniyê li dar bixe. (13.30)
* 13'emîn Danişîna doza 33 ciwanên SGDF'i yên li Pirsûsê hatin qetilkirin dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin. (14.00)