ANTALYA - Di yekemîn daneşîna doza E.M.Û. ku rastî tecawiza B. Topûz û Ç. Ûzûn hatibû de bersûcan sûcdariyê red kirin. Derket holê ku parêzerê bersûcan, bi navbeynkariya şahid pere teklîfî gilîker kiriye û gef lê xwariye.
Yekemîn daneşîna doza E.M.Û. ku rastî tecawiza B. Topûz û Ç. Ûzûn hatibû, li 7'emîn Dadgeha Sizaya Giran a Antalyayê hat dîtin. B. Topûz û Ç. Ûzûn ku bi sûcdariya "Êrîşa zayendî ya bi wesf" girtî tên darizandin, parêzerên baroyên Enqere û Antalyayê tevlî daneşînê bûn. Daneşîn bi tespîtkirina nasname û bi kurtasî xwendina angaştnameyê dest pê kir.
DADGEHÊ DAXWAZA BERSÛCAN QEBÛL KIR
Parêzerên endamên Lîjneya Wekheviya Zayendî ya Civakî û Mafên Jinan a Baroya Antalya û Miduriyeta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatî ya Antalyayê daxwaz kirin ku tevlî dozê bibin. Parêzerê bersûcan bertek nîşanî daxwaza beşdarbûna parêzeran a dozê da û daxwaz kir ku daxwaza wan bê redkirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzerê bersûcan qebûl kir û daxwaza beşdarbûna parêzerên baroyê red kir û daxwaz kir ku ji eywana dadgehê bên derxistin.
SÛCDARIYÊN LI XWE QEBÛK NEKIRIN
Ji bersûcan Topûz sûcdariyên li xwe red kir û Û. sûdar kir û daxwaza beraeta xwe kir. Bersûc Ûzûn jî diyar kir ku welatiyê alman e û ji bo betlaneyê hatiye Antalyayê û wî jî Û. sûcdar kir. Hevalê Û ku ji aliyê bersûcan ve hat sûcdarkirin G.Û ku weke şahid tevlî daneşînê bû jî tiştên ku jiyabû vegot. Gilîker Û., diyar kir ku ji bersûcan gilîker e û daxwaz kir ku bên cezakirin. Parêzerê bersûcan, daxwaza beraeta bersûcan kir. Di daneşînê de derket holê ku parêzerê bersûcan, bi navbeynkariya şahid pere teklîfî gilîker kiriye û gef lê xwariye.
Parêzerên Û. jî daxwaz kir ku biryara berdewamkirina girtina bersûcan bê dayîn. Heyeta dadgehê jî biryara berdewamkirina bersûcan da û daneşînê taloqî 26'ê Adarê kir.