STEMBOL - Mehmet Bal ê ji bo hevdîtina kurê xwe yê girtî ji Êlihê çû Stenbolê ev heftiyeke agahî jê nayê girtin. Di daxuyaniya ji bo Bal hat dayîn de, bang li rayedaran hat kirin ku aqûbeta Bal bê aşkere kirin.
Mehmet Bal ê ji bo hevdîtina kurê xwe yê girtî di 24’ê Çile de ji Êlihê çû Stenbolê û di heman rojê de xizmên xwe dîtin û şûnde bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Malbata Mehmet Bal derbarê mijarê de li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapameniyê li dar xist. Wêneyên bal bi salonê ve hatin kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Erdal Avci, Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrerojhilat Abdulhakîm Daş û gelek nûnerên komeleyên herêmî tevlî civîna çapameniyê bûn.
Sekretera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Leman Yûrtsever di civînê de axivî û wiha got: “Malbata Bal, çawan ku agahî jê negirtin serê li qereqolê didin û dixwazin derbarê sînyala telefona wî de agahî bigirin. Dîsa ji ÎHD’ê re daxwazname nivîsan û serî li dozgeriyê dan. Dozger bersiva ‘wê 15 rojan dewam bike’ da malbatê. Dîtina welatiyekê winda berpirsiyariya dewletê ye. Dewlet 15 rojan dem nade, divê lêkolîn bike. Di ser vê mijarê re 7 roj derbas bûn û hîna jî agahî jê nayê girtin. Derbarê aqûbeta wî de tu agahiyan nadin. Em bang li dozger û kesên berpirsiyar dikin. Bi sînyala telefonê cihê wî diyar bikin û agahî bidin malbat û raya giştî. Emê heya dawiyê şopdarê vê mijarê bin.”
‘DEMILDEST BIBÎNIN’
Li ser navê malbatê pismamê Mehmet Bal Abdusselam Bal axivî û diyar kir ku ji bo dîtina pismamê wî bal divê şopdara teknîkî çêbe. Ez Hasan Bal baş nasa dikim û ji zarokatiyê ve me bi hevre ne. Bal roja pênçşemê ji Êlihê derket û hat Stenbolê. Komeleya me ya malbatî heye. Li wê derê du saetan rûdine û dûre derdikeve û diçe. Min jî bi telefonê li wî geriya, lê min nakerî xwe bigihînimê. Em li Taxa Çinar a Bagcilarê rûdinin. Adresa me diyare. Her tişt diyare. Em li vê derê naxwazin kesekê sûcdar bikin.”
Bal, da zanîn ku ew demildest dixwazin Mehmet Bal bê dîtin.
‘GUMANÊN ME HENE’
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û Serokê Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başûrerojhilat Abdulhakîm Daş jî, dan zanîn ku ew bi guman li bûyerê mêze dikin û wiha axivîn: “Divê dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Dewlet berpirsê jiyana hemû kesane. Dîsa hêzên ewlekariyê û desthilatdariya heyî erka xwe bi cih nayinin. Li Dersimê mînaka Gulîsan Dokû heye. Hîna jî nehatiye dîtin. Divê ji bo dîtina Bal dewlet berpirsiyariya xwe bi cih bîne.”