ŞIRNAK - Velî Encû yê di Komkujiya Roboskî de bira û xizmên xwe winda kirin û Hevşaredarê Dêrgulê yê berê Mehmet Demîr jî di nav de, li 4 kesan 25 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Danişîna biryarê ya doza darizandina Velî Encu yê li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnêx, di encama bombebarana balafirên şer ên sala 2011’an de bi 34 kesan re birayê xwe Serhat û gelek xizmên xwe windakirin, Hevşaredarê Dêrgûlê yê berê Mehmet Demîr, Salîh Kerçîn, Mazlûm Guzel û Şehmûs Kerçin ên girtî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.
Dadgehê ji bilî parêzeran û 3 xizmên her girtiyekê, kesek din negirt salona dadgehê.
Danişînê bi danasîna nasnameyan dest pê kir û dûre parêzer û girtiyan li dijî mutalaya dozger parastin kirin. Welî Encu dest pê kê parastin kir û wiha got: “Ez vê mutalayê qebûl nakim. Ev mexdûrê vê bûyerê me. Ji ber vê ez sûcên li ser xwe qebûl nakim û beraeta xwe dixwazim.”
Hevserokê Dêrgûlê yê berê Mehmet Demîr, Mazlûm Guzel û Şeyxmûs Kerçîn jî di parastina kirin de mutalaya dozger qebûl nekirin û bereata xwe xwestin.
Dûre parêzeran parastin kirin û wiha got: “Dosyeyên muwekîlên me dewam dikin, lê dozger ji niha de kiriye mijara mutalayê. Dozger tenê li ser delîlên dijber ên hatine komkirin mutala amadekiriye. Ev jî ne qanûniye. Divê beyanên şahid neyin qebûl kirin. Em bereata muwekîlên xwe dixwazin.”
CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ DA 4 KESAN
Şandeya dadgehê dûre biraya xwe aşkere. Dadgehê derbarê Salih Kerçîn de biryara bereatê da û li Hevşaredarê Dêrgûlê yê berê Mehmet Demîr û Mazlûm Guzel bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê di heman demê de li Velî Encû û Şehmûz Kerçîn jî, bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistinê” her yek ji wan 5 sal cezayê girtîgehê birî. Dadgehê dûre biryara da ku girtina her 4 kesan dewam bike.