AMED - Rêveberê Komeleya Komeleya 78’an Rifat Ronî, têkildarê tecrîda li ser girtîgehan diyar kir ku tecrîd sûcê li dijî mirovehiyê ye û wiha got: “Tecrîta ku li ser Girtîgeha Îmraliyê û tevahiya girtîgehan tê meşandin divê demildest were rawestandin.”
Komeleya 78’an a Amedê, derbarê tecrîda li ser girtîgehan li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Parlementerên Amedê Remziye Tosûn û Dersîm Dag, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya bajêr û navçeyên Amedê, MEBYADER, TUAY-DER û Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD) beşdar bûn. Pankarta “Tecrîd Dikuje, Hevgirtin Dide Jiyandin” hat hilgirtin. Rêveberê Komeleyê Rifat Ronî, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku AKP-MHP jî wekî hukumetên beriya xwe û wekî rayedarên dewletê yên berê di cudakarî, newekhevî, înkar, tune hesibandin, tecrît û îzolekirinê de israr dikin û muxatabên çareserkirina pisrgirêkên heyî li ber çavan nagirin.
‘BIRÊZ OCALAN AKTORÊ SEREKE YÊ MUZAKEREYAN E’
Ronî, anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan di rewşên herî krîtik de ji bo aramiya gelên Tirkiyeyê hewldanên xwe yên çareseriyê domandine wiha got: “Birêz Ocalan di hevdîtin û muzakereyên ji bo atmosfera aştî û aramiyê çêbibin de aktorê sereke ye. Li gel ku ev rol û rista wî ya çareseriya pisgirêkan tê zanîn jî, ev 21 sal in li Girava Îmraliyê, li ser wî tecrîteke girankirî tê meşandin. Her wiha hevserokên berê yên HDP’ê Selahatîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi sedan siyasetmedar, hevşaredar û bi hezaran endam û xebatkarên HDP’ê girtî ne û tecrît li ser wan tê meşandin.”
‘HIKUMETA AKP Û MHP’Ê HEMÛ PEYMANÊN NAVNETEWÎ BIN PÊ DIKIN’
Ronî, da zanîn ku li gorî raporên Saziyên Mafên Mirovan, niha li girtgehan gelek ji wan nexweşên giran zêdetirî hezar û 300 girtiyên nexweş hene û ev tişt gotin: “Bi van pêkanînan, AKP-MHP hemû peymanên navneteweyî yên di derbarê maf û azadiyan de, bi taybetî jî peymanên derbarê mafên girtiyan de bin pê dikin. Ev pêkanîn, rê li ber êş û şikestinên mezin vedikin û nêrîn û baweriya malbatên girtiyan a bi dewletê qelstir dikin.”
BANGA RAWESTANDINA TECRÎDÊ
Ronî di dawiya axaftina xwe de diyar ki ku dê têkoşîna wan a li dijî tecrîdê bidome û bang li rayedaran kir ku tecrîta ku li Girtîgeha Îmraliyê û tevahiya girtîgehan tê meşandin demildest rawestînin.