WAN - Meclîsa Ciwanên HDP’ê, wê di 1’ê Sibatê de li Erdîşê û di 2’yê Sibatê de jî li Wanê şahiyan li dar bixe.
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê bi şîara “Em bi berxwedan û serhildêrî bi ser faşîzme de diçin!" li Wan û navçeya Erdîşê şahiya gel li dar bixe. Ciwan wê şahiya xwe ya yekemîn di 1’ê Sibatê de li Salona Dawetê ya Guvendê ya Erdîşê saet 12.00’an de û şahiya xwe ya duyemîn jî, di 2’yê Sibatê de li Salona Dawetê ya Erenoglû saet 13.00’an li dar bixin. Parlamenterên herêmê wê beşdarî şahî bibin. Koma Pel û hunermend Fîkret Goyî wê derkevin ser dikê.
Di şahiyê de, wê listikên Mencel û Zarogtin Zergotine bên pêşandan.