AMED - Li navçeya Farqînê 10 kesên bi hinceta berhemên dîrokî firotinê hatin binçavkirin.
Li navçeya Farqîn a Amedê, bi hinceta berhemên dîrokî firotinê, 10 kes hatin binçavkirin. Polîsan di 28’ê Çile de bi ser malan de girtin, Keyayê Gundê Erîkyazi C.E. û welatiyên binavê O.E., A.E., S.T., Y.T., H.T., H.D., H.G., R.B. û K.T. binçav kirin. Li bendêye ku her 10 kes, piştî lêpirsîna li Fermandariya Leşkerî sewqî Edliyê bên kirin.