ÎZMÎR – Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Jeofîzîkê ya Îzmîrê Sînancan Ozîçer diyar kir ku gelek xetên fayê yên li herêma Egeyê aktîf bûne û hişyarî da ku dibe ku erdhejên mezin pêk werin û divê amadekarî were kirin.
Li Tirkiyê her roj gelek erdhej pêk tên. Piştî erdheja bi pileya 6.8 li Xarpêtê pêk hat vê carê jî li Herêma Egeyê gelek erdhej rû didin.
LI EGEYÊ XETÊN FAYÊ AKTÎF BÛNE
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Jeofîzîkê ya Îzmîrê Sînancan Ozîçer têkildarî erdehjên rû didin ji ajansa me re axivî. Ozîçer bal kişand ser erdhejên pêk tên û wiha got: “Li Herêma Egeyê gelek xetên fayê aktîf bûne. Îzmîr herêma pileya 1’emîn a erdhejê ye. li gorî herêmên din hin bêtir rîska erdhejê heye. Dibe ku li Korfeza Îzmîrê erdhejek mezin rû bide. Em hişyar dikin; lazime amadekariyên erdhejê bên kirin û tedbîr bên girtin. Lazime ji bo zêde kes jiyana xwe ji dest nede têkildarî etûtên zemînê kontrol werin kirin. Divê ev jî di kontrola odeyên pîşeyî de be.”
MA / Esra Solîn Dal