XARPÊT – Endamê Meclîsa Şaredariya Xarpêtê Cafer Yeşîl diyar kir ku avahiyên li bajêr ji sedî 30 bi xesar in û di avahiyên hilweşiyane de xemsariya avahîsaz, endezyar û rayedaran heye û xebatê ne bi kontrol li ser kaxizê birêve dibin.
Endamê Meclîsa Şaredariya Xarpêtê yê CHP’î Cafer Yeşîl erdheja bi pileya 6.8 pêk hat ji ajansa me re nirxand.
Yeşîl diyar kir ku 2 meh piştî hilbijartina xwecihî ya 2019’an wan wek endamên meclîsê yên Partiya Îyî û CHP’ê pêşniyaznameya avahiyên li bajêr şaş in dane û ev pêşniyaznameya wan ji aliyê Serokşaredar Şahîn Şerîfogûllari ve hatiye qebûlkirin, li gel Komîsyona Hiqûqê dest bi xebatan kirine. Yeşîl da zanîn ku ew bi lez û bez li ser van avahiyan dixebitîn lê erdhej pêk hat.
‘LI TAXÊN FEQÎRAN QATÊN BILIND TÊN ÇÊKIRIN’
Yeşîl anî ziman ku serokşaredarên wan li dijî qatên bilind e û ew di nêrîna ku ji niha şûn ve destûr nedin çêkirina avahiyên bilind û wan dîtiye ku li taxên feqîran bêtir qatên bilind tê xwestin werin çêkirin.
‘DIVÊ QATÊN BILIND NEYÊN ÇÊKIRIN’
Yeşîl diyar kir ku ew wek rêveberiyên xwecihî hişê xwe bidin serê xwe û got: “Ev kar û bar bi rantê nayê çareserkirin. Jiyana însan ji her tiştî biqîmettir e. Ez hêvîdarim wê rayedar jî ji vê yekê dersê derxin. Li Xarpêtê divê ne qatên bilind werin çêkirin lazime ji 4-5 qatan derbas nebin.”
‘XETAYA ENDEZYAR, AVAHÎSAZ Û RAYEDARAN HEYE’
Yeşîl da zanîn ku avahiyên li Xarpêtê hilweşiyan di salên 1970’î de hatine çêkirin û wiha got: “Di van avahiyan de hat tespîtkirin ku hesin û beton kêm bûye. Di avahiyek de berê hatiye bihêzkirin lê bi qolonê wê hatiye leyîstin. Li Xarpê ji sedî 30 avahiyan xesar dîtiye. Li Xarpêtê şaşiyên endezyar, avahîsaz û rayedaran heye. Xemsar tevgeriyan e. Çimkî bi awayek rêkûpêk kontrol nekirine. Lêkolînên li cihê wê nehatine kirin. Xebat hemû li ser kaxizan hatiye birêvebirin. Ez nizanim ka berê li ser van avahiyan tespîta xesarê hatiye kirin an na. Ez naxwazim agahiyên şaş bidim. Erdhej pirsgirêkek rastî ya Tirkiyê ye. Erdhej mirovan nakuje, avahiyên nebaş tên çêkirin însanan dikuje. Gel di warê erdhejê de hişmendiya wan nîne divê xelk were perwerdekirin.”
MA / Semra Turan - Mehmet Şah Oruç