AMED – Hat diyarkirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo guherandina sendîkayê bi ser xebatkaran de diçe. Her wiha karmendên ku guherandina sendîkayan qebûl nakin jî heqê xwarinê nadin wan.
Hat diyarkirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xebatkarên şaredariyê sendîkayên xwe biguherînin, mobbîngê pêk tîne. Hat diyarkirin ku ji bo endamên TUM BEL-SEN'ê û derbasî BEM-BÎR-SEN'ê bi ser wan de diçe û heqê xwarinê nade wan.
Hevserokê Şaxa TUM BEL-SEN'ê ya Amedê Bakî Ondeş, bertek nîşan da.
'HEQÊ XWARINÊ NADIN WAN'
Ondeş, anî ziman ku serokên daîreyên şaredariyê gefan li endamên wan dixwin û dibêjin, "heger hûn îstifa nekin, hûn ê ji peywirê bên girin, bên îxrcakirin". Ondeş, got: "Niha heqê xwarinê nadin karmendan. Ev mafekî qanûnî ye. Heqê xwarinê rojê 20 TL ye. Ji ber ku xwaringeh tuneye pere didan karemdan. Lê niha nadin karmendên endamê sendîkayê. Ji bo hincet jî îşaredat bi sendîkaya me dikin".
Ondeş, destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê welat ber bi berberîbûnê ve biriye û got: "Em sendîkayeke qanûnî ne û di çaçroveyeke demokratîk de têdikoşin. Lê belê niha dixwazin sendîkaya me terorze bikin. Divê ev feraset bê teşhîrkirin. Mobbîngê pêk tînin. Em saziyeke demokratîk in. Em ji bo kedê têdikoşin û em ê paş ve venekişin".
Her wiha Ondeş da zanîn ku qeyûm heqê xwarinê dide karmendên endamên BEM-BÎR-SEN'ê.
MA / Arjîn Dîlek Oncel