* Endamê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê Fariz Herbo, bal kişand ser êrîşên li dijî Şengalê û bêdengiya Iraqê û Neteweyên Yekbîyî. Herbo, destnîşan kir ku êrîşa Tirkiye li dijî Şengalê dike, berdewamiya plana DAIŞ'ê ya nîvcomayî ye û wiha got: "Iraq li dijî êrîşên Tirkiye bêdeng e. Bêdengiya wan fikara gelo Iraqê Şengal firotiye çê dike. Ev plana êrîşên nû û şerekî nû ye. Plana fermanek nû ye. Divê KNK û partiyên Kurdistanî Şengalê ji bo xwe wekî xeta sor bibînin û biparêzin."
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, fiyetê avê ji sedî 42 buha kir. Welatiyan bertek nîşan da û gotin: "Her kes deyndar e. Wê mirov çawa vî deynî bidin. Pere tuneye, kar tuneye. Qeyûm barê li ser bara ye".
* Kevokên ku di zivistanê de her sibeh xwe li ser banên avahiyên li dor Parka Ehmedê Xanî datînin, li benda hatina qehwevan Mevlut Îzcî disekinin. Îzcî jî her sibeh gava tê qehwexaneya xwe, berî ku ava çay bide ser pêşî êm dide ber kevokan.
* Xebatkarekî MARSÛ'ya Şaredariya Bakarê Mezin a Mêrdînê, di dema kontrolkirina saetên avê de, dest davêje jineke astengdar. Di lêpirsînê de biryara neşopandinê hat dayîn.
* Hat diyarkirin ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo guherandina sendîkayê bi ser xebatkaran de diçe. Her wiha karmendên ku guherandina sendîkayan qebûl nakin jî heqê xwarinê nadin wan.
* Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, ragihand ku gava srigûnê Girtîgeha Osmaniyeyê hatiye kirin, bi awayekî kelemçekirî wê birine û rêya 10 saetî 24 saetan dewam kiriye û wê xistine hucreyeke qirêjî.
* Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Colemêrgê, bal kişandin ser qedexeya li bajêr ku 3 sal in didome û fotin: "Gelo em bi daxuyaniyeke çapemeniyê, em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?"
* Melîke Canli ku 6 sal in zilamê bi navê Tûncay Kaltar gefan lê dixwe û dest davêjê, heta niha 10 caran çûye qereqolê û 10 caran jî çûye dozgeriyê. Doza ewil bi "neşopandinê" bi dawî bûye û ya dudoyan jî bi 8 meh cezayê girtîgehê bi dawî bûye. Canli, gazî saziyên jinan kir ku xwedî lê derkevin û got: "Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin".
* Komeleya 78'an a Amedê dê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Malbata Mehmet Bal ê ji 24'ê çile ve agahî jê nayê girtin dê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)
* Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) dê ji bo doza Pirsûsê ku li Rihayê tê lidarxistin li navçeya Kadikoya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê û pişt re ber bi Rihayê ve derkevin rê. (13.30)
* Danişîna ewil a doza endamên Meclîsa Ciwanên HDP'ê ya Edeneyê 7 jê girtî 26 kesên tên darizandin dê li 2'yemîn Dadgeha Sizaya Giran a Edeneyê bê lidarxistin. (10.00-19.00)
* Şaxa Sendîkaya Veguhêzkarîyê ya Yekbûyî (BTS) a Edeneyê bi dirûşma "Nanê karmend ji kêfa amir re nayê berdan" dê li ber Miduriyeta TCDD'ê ya Herêma Edeneyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)