AMED – Rojnameger Azîz Orûç yê girtî ku ji dozek bi angaşta “propaganda rêxistinê kiriye” tê darizandin, dozger jê re ceza xwest.
Derbarê rojnameger Azîz Orûç yê ji dozek din niha girtî ye di sala 2017’an de li ser medya civakî bi angaşta “propaganda rêxistinAê kiriye” doz lê hatiye vekirin. Danişînad nehemîn a doza Orûç li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Rojnameger Orûç bi rêya dîmen (SEGBÎS) ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê beşdarî danişînê bû. Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) yê Amedê Mahmût Oral dozê şopand.
‘MIN TENÊ NÛÇE PARVE KIRINE’
Orûç di danişînê de parastina xwe kir û da zanîn ku parvekirinên di Twîtterê de ji bilî nûçeyan ne tiştek din e û wî bi mexseda agahî ragihandinê nûçeyan parve kiriye. Orûç got ew ji dozek din tê darizandin û ji bo vê dosyeyê berata xwe daxwaz kir.
‘JI SPOTÊ NÛÇEYAN PÊK TÊ’
Parêzerê Orûç, Ferhat Kilinç jî parastina miwekîlê xwe kir û got miwekîlê wî parvekirinên ku sûc bike tiştek parve nekiriye û parvekirinên wî ji spotên nûçeyan pêk tê.
DOZGER CEZA XWEST
Dozger biryara xwe da û bi angaşta “propaganda rêxistinê kiriye” ji 10 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê ji Orûç re xwest.
Parêzer Kilinç ji bo dikaribe li dijî mutalayê parastinê bike dem xwest.
Heyeta dadgehê bi biryara ku Orûç û parêzer Kilinç parastinê bikin danişînê taloqî 3’ê Adarê kir.