‘Cenazeyê bavê min roja cejnê dan me, êdî me cejnan pîroz nekir’

  • rojane
  • 10:12 29 Çile 2020
  • |
img

STENBOL – Leşkerê ku karsazê kurd Abdullah Canan bi îşkenceyê li qereqolê qetil kir, tevî biryara dadgehê jî hat berdan. Tayyup Canan ê 24 sal in têkoşîna hiqûqî birêve dibe got: “Cenazeyê bavê min bi zanebûn roja cejnê dan me. Ji wê rojê şûnve êdî me qet cejnan pîroz nekir.”

 
Di encama polîtîkayên dewletê de di salên 1990’an de bi sedan gund hatin şewitandin, hilweşandin û valakirin. Ji van gundan bi hezaran welatî neçar man koçber bibin. Li dijî şewitandina gundan kesên têkoşînê birêve dibirin çîrokek din li benda wan bû. Wek ku cenazeyê karsazê kurd Abdullah Canan ê di 17’ê çileya 1996’an de hat binçavkirin û pişt re cenazeyê wî rojek cejnê didin malbata wî. Fermandariya Tabûra Komandoyê ya Geverê di 21’ê mijdara sala 1995’an de bi ser gundê Befircanê ya Geverê de digirin û zirarê didin malên gundiyan. Karsaz Abdullah Canan û xizmên xwe bi hênceta cendirmeyan zerarê daye malê wan derbarê Serdarê operasyonê Mehmet Emîn Yurdakul de serî li Dozgeriya Komarê ya Geverê didin û giliyê wî dikin.
 
Tevî gefên Yurdakul jî Canan dest ji gilîkirinê bernade. Canan dema di 17’ê çileya 1996’an de bi otomobîla xwe ya taybet diçû Colemergê eskeran li Pira Keremaga ew rawestandin û binçav kirin. Yên Canan binçavkirin Yurdakul û eskerên li gel wî bûn. Otomobîla Canan di 21’ê çileya 1996’an de li ser rêya Elbakê û Wanê bi awayek terkkirî hat dîtin. Cenazeyê Canan jî di 21’ê sibata 1996’an rojek cejnê de li derdora gundê Guldali li ser rêya Geverê di bin menfezeke rê de hat dîtin. 
 
Kurê Canan, Tayyup Canan behsa windakirin û têkoşîna hiqûqî ya ji bo bavê xwe daye kir û got rêbazên DAIŞ’ê hêj di wê serdemê de xwe dabû nîşandan û vê yekê jî di bin navê “Çeteya Geverê” birêve dihat birin. 
 
FERMANDAR LI ODEYA XWE GEF LÊ DIXWE 
 
Canan da zanîn ku fermandarê cendirmeyan Yurdakul bang li bavê wî kiriye û di odeya xwe ya qereqolê de gefên kuştinê li bavê wî dixwe. Canan anî ziman ku bavê wî her tim dihat şopandin û gef lê dihat xwarin û di encama vê şopandinê de rojek dema bavê wî diçû Colemêrgê bi rê de binçav dikin û qetil dikin. Canan diyar kir ku tevî rayeya fermandar Yurdakul a rê kontrol bike jî tune bûye lê bi pêşengiya wî rê hatiye kontrol kirin û bavê wî binçav kirine. Canan got ew pir dereng hîn bûne ku bavê wî binçav kirine û windakirine. Canan da zanîn ku piştî ew rewşê hîn bûne demildest li Geverê serî li hemû saziyên fermî dane û wan piştî bûyerê 4 roj otomobîla bavê wî bikar aniye li ser rêya Elbakê ya di navbera du qereqolan de bi awayekî bêxwedî dîtine. Canan got hemû rayedarên dewletê yên demê li hember kuştina bavê wî bêdeng man. 
 
‘EM WÎ SAX DIXWAZIN’ 
 
Canan bi bîr xist ku têkildarî windakirina bavê wî li ber Qonaxa Hikumetê ya Geverê û Fermandariya Cendirmeyan çalakî li dar xistine û got: “Me got ‘We Abdullah Canan sax girtiye em wî sax dixwazin.’ Me çalakiyek wiha kir. Êrîşî me kirin. Her cûre zext li ser me kirin. Lê me dest ji têkoşîna xwe berneda. Wan dît ku em bi biryar in gotin ‘ya herî baş ew e em cenazeyê van bidin wan.’ Ji ber biryarbûna me neçar man cenaze dan me.”
 
‘ŞANA DI RÛYÊ WÎ DE JÎ BIRÎ BÛN’ 
 
Canan anî ziman ku piştî têkoşîna dijwar a 35 rojan cenazeyê bavê wî 300 metre dûrî gundê Guldali di bin menfezekî de hat dîtin û got: “Ji nêz ve bi 7 guleyan hatibû kuştin. Qirika wî jê kiribûn. Di rûyê bavê min de şanek wî hebû, ez heyranê wê şana wî bûm. Şana wî jî jê birîbûn. Roja cenazeyê bavê min hat dîtin rojek cejnê bû. Bifikirin rojek cejnê cenazeyek winda tê dîtin. Wê tiştê bi zanebûn kiribûn. Tişta ku xwestin bînin serê me cejnê li me qedexe û reş bikin. Jixwe piştî wê rojê li mala me cejn nehatin pîrozkirin.”
 
‘DMME’YÊ QATILAN TEŞHÎR KIR’ 
 
Canan behsa têkoşîna hiqûqî ya ji bo windakirin û qetilkirina bavê xwe jî dane kir û got: “Piştî me cenaze dît lê dîsa jî me dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî û edaletê berneda. Ji bo dîtina kujeran me her cûre têkoşîn birêve bir. Lê kenê mirov bi biryarên doza bavê min didan dihat. Piştî ku me ji dadgeha Tirkiyê encam negirt, me serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) da. Piştî têkoşîna salên dirêj DMME’yê di sala 2007’an de Tirkiyê mehkûm kir. Bi biryara DMME’yê kujerên bavê min hatin teşhîrkirin. Lê li cihê ku edalet û hiqûq tune be kujer jî nayên darizandin û cezakirin. Ji ber vê rewşê bi rehetî însanan dikuştin û wan winda dikirin. Em dixwazin êdî ev qatil dernekvin holê.” 
 
‘ÊŞA ME NEHATIYE SOTIN’ 
 
Canan bal kişand ser qedexekirina Qada Galatasarayê ya li Dayikên Şemiyê û xizmên windayan hatiye qedexekirin û got: “Ji bo me li Meydana Galatasarayê van qatilan teşhîr dikir li me qedexe kir. Ew der meydana teşhîrkirinê ye. Baş e, wê çawa lêgerîna me ya edaletê û êşa di dilê me de çawa qedexe bikin? Ev êş wek agirê bizotê pêketî ne. Ev êşa me tenê bi dîtina qatil û darizandina wan dikare were vemirandin. Ez wisa bi bawerim dê rojek ev qatil li hember darazek bi edalet werin darizandin.” 
 
MA / Nacî Kaya
 

Sernavên din

31/01/2020
12:12 Xidir Hecî Mîrza: Fermana tê serê gelê Êzidî bi destê Tirkiyeyê pêk tê
12:10 Hat angaştkirin ku gardiyanan li Girtîgeha Beşîkduzu provokasyonê derxistine
11:51 Cenazeyê Demîrbag piştî 6 mehan veşartin
11:09 Avahiya li Gezînê hilweşiya û 4 kes têde mirin li ser çiravê hatiye avakirin
11:05 Serokê JMO’yê Demîrbaş: Dibe ku li herêmê erdhejên dijwartir rû bidin
10:11 Stratejiya dema nû ya HDP’ê wê ‘Tifaka Demokratîk a Bihêz’ be
10:05 Bîlgen: Rojek piştî hilbijartinê jî nelirêtî li şaredariyê hatiye kirin
10:04 Gulum: AKP ji bo îqtîdara xwe xurt bike pekçiyan peyvirdar dike
09:01 Gelo ji ber ku girtiyê siyasî bû nexweşxaneyê ew qebûl nekiriye?
09:01 Îtiraza ji bo 'Îstimlaqkirina lezgîn'
09:01 Ne esnaf ne jî mişterî nerazî ne
09:01 Berteka ji bo pêşnûmaya efûkirina faîlên îstismarê: Şerm e
09:01 Îdianameya nûçegihanên me hat amadekrin
09:01 ‘Xurtbûna çand û ziman, xurtbûna jiyanê ye’
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2020'AN
30/01/2020
21:28 Nûçegihana Jinnewsê Melîke Aydin hat berdan
19:12 Dozger xwest 15 sal ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekînê bê birîn
16:24 Ji malbata Dokû bang: Gulistan bibînin
15:49 Di doza êrîşa zayendî de parêzerê bersûc teklîfa pere kir!
15:43 Heftiyeke agahî ji welatiyê çûbû girtîgehê nayê girtin
15:27 li Wanê di sala 2019’an de hezar û 657 binpêkirinên mafan pêk hatine
15:11 Malbatên Pirsûsê ji bo dozê ber bi Rihayê ve derketin rê
14:58 AYM’ê ji bo girtî Kocaturk biryara mafê wî hatiye binpêkirin da
14:49 25 sal cezayê girtîgehê dan 4 kesên Roboskî
14:48 OHAL rabû, lê qedexeyên li Dîlok, Şirnex, Colemêrg, Çewlîk û Wanê ranebûn
14:08 Li Şirnexê 15 herêm weke 'Herêma Ewle ya Taybet' hatin îlankirin
13:55 Komeleya 78’an: Divê tecrîd raweste
13:37 Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
13:34 Mexdûrên Erdhejê : Alîkariya xwe bişopînin
12:31 Ji Rûsyayê heyetek bi Barzanî re rûnişt
12:14 Doza Komkujiya Pirsûsê sibê ye
11:50 Ciwan wê li Wan û Erdîşê şahiyê li dar bixin
11:36 Li Farqînê 10 kes hatin binçavkirin
11:35 Ji bo Egeyê hişyariya erdhejê: Xetên fayê aktîf bûne pêwîste amadekarî werin kirin
11:05 Tirkiye di nelirêtiyê de li binî xistiye: Têkiliya rejîmê ya bi nelirêtiyê re wê zêdetir bibe
10:50 Şahidê nepen 'Mudanya 2016' li xwe mukur hat: Her tişt derew e
10:37 Endamê Meclîsa Şaredariya Xarpêtê: Li Xarpêtê xeteya rayedaran heye
10:24 Li Girtîgeha Wanê rojê saet û nîv ava germ didin girtiyan
09:50 Jina gef lê tên xwarin: Wisa xuyaye ku dadgeh dixwaze bêm kuştin
09:20 'Em kîjan ewlehiyê tehdît dikin?'
09:19 Hevşaredara HDP'î hat sewqkirin û wê xistin hucreyek qirêjî
09:18 Qeyûm heqê xwarinê nade karmendên ku sendîkaya xwe naguherînin
09:17 Vê carê jî xebatkarekî din ê MARSÛ'yê dest avêtiye jineke astengdar
09:17 Her sibeh karê wî yê ewil êm bide kevokan
09:16 Qeyûmê Wanê fiyetê avê ji sedî 42 buha kir
09:16 Bêdengiya Iraqê gumana ku Şengal firotiye pêş dixe
Êrîşa Tirkiyeyê berdewama plana DAIŞ'ê ye
09:12 Qeyûm hat av ji sedî 150 zem bû
Gaza xwezayî ji sedî 100 zem bû
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2020'AN
29/01/2020
16:01 Li Meletî û Xarpêtê dê dibistan di 10'ê Sibatê de vebibin
15:53 Angaşta jina ciwan hewl daye întîhar bike
15:08 Ocalan got: DYA çareseriyê nîne, tenê çare Konfederalizma Demokratîk e
14:32 Dozger ji bo rojnameger Azîz Orûç ceza xwest
14:03 Platforma Tenduristiyê: Divê xizmeta tenduristiyê ya bi kurdî bê dayîn
13:35 Elewiyên xwe avêtin stara Cemxaneyê: Alîkarî tê kirin lê fêdeya wê nageje me
13:32 Serokdewletê Filistînê Abbas plana Amerîkayê red kir
12:55 Buldan û Temellî jî di nav de ji bo 6 parlamenteran 10 fezleke şandin meclîsê
12:23 Girtiyên PKK û PAJK’î: Em xwedî li girtiyan derkevin
12:13 Li Hevşaredarê Stewrê yê berê 10 sal û 3 meh ceza hat birîn
11:22 Qeyûm pereyê alîkariya mazotê ya dabû şaredariya Hezo, ji encûmenên HDP'î xwest
10:58 Walitiya Meletiyê: 430 avahî hilweşiyane
10:57 Penaberên Sûriyê li konên erdhejê bi cudakariyê re hevrû dimînin
10:53 Dadgehê li M.A., yê tecawizî zaroka 9 salî kir 62 sal û 6 meh ceza birî
10:34 Karkerên pîşesaziyê û MESS'ê li hev kirin
10:19 Li navenda erdhejê Xûxê nexweşxane tune ye: Em terkî mirinê tên kirin
10:12 ‘Cenazeyê bavê min roja cejnê dan me, êdî me cejnan pîroz nekir’
10:11 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
09:01 Li hucreya yekkesî de jimartina li ser pêya lê tê ferzkirin!
09:01 Heta ku jiyana xwe ji dest daye wî dane sekinandin!
09:01 Ji bo karê oto galeriyê dikan kirê kir, lê kir avahiya AKP'ê
09:01 Ji ber ceryanê bêhna wî dernayê!
09:01 Binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Tarsûs û Turkoglûyê
09:01 ‘Bacên erdhejê ji bo tevdîrgirtinê nehatine bikaranîn'
09:01 Budçe têra qeyûm nekiriye: Her ku dahat zêde bûye deyn jî zêde bûne
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2020'AN
28/01/2020
20:14 AKP-MHP'ê daxwaza lêkolîna erdhejê red kir
19:40 Artêşa Sûriyeyê ket Idbilê
Tirkiye: Em ê bi tundî bersîvê bidin
18:26 Dadgeha Bilind a Belçîk: PKK ne rêxistina terorê ye
16:40 Polîsan alîkariya HDP'ê ji Îzmirê ji Xarpêtê re şand asteng kir
16:09 Xebatên dîtina Gulistan Dokû didomin
15:47 Akademiya Ma Musicê vê carê li Mêrsînê bû
15:38 ‘Alîkarî negihîşt hin mexdûrên erdhejê'
15:23 ‘Komkujiya Roboskî bi bêcezakirinê hat xelatkirin’
15:12 Ji HDP'ê pêşniyarqanûn: Bila Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin
14:56 Ayşe Nûr Zarakolû li ser gora xwe hat bibîranîn
14:53 Tirkiye di Cenevreyê de bi tenê ma
13:49 Ji bo mexdûrên erdhejê stranan dibêjin
13:48 Dozger ji Velî Encu re ceza xwest
13:43 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîrê da
13:30 Buldan: Îqtîdar jî riziya ye, avahiyên wê jî riziya ne
12:54 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan carek din dirêj kirin
12:23 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em mexdûrên erdhejê bi tenê nehêlin
12:18 Meta zarokê 8 salî yê hatibû kuştin hat berdan
12:05 Parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:08 Di kêliya erdhejê de cîranan wan ji şewatê rizgar kir
11:05 Operasyona li Lîcê bi dawî bû
10:55 Îdîanameya zaroka hatibû tecawîzkirin hat qebûlkirin
10:44 Şandeya HDP’ê: Astengkirina alîkariyê cezayek kolektîf e
10:21 Mexdûrên erdhejê yên li gundan: Heta niha alîkarî nedane me
09:01 ‘Êrişê dibin ser çand û baweriya Dersimê'
09:01 'Heger bê piştrastkirin ku Tirkiye çete şandine Lîbyayê wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimîne'