AMED - Li Çinarê, kesên derbarê kuştina zarokê 8 salî Mûhammed Velî Dumez de hatibûn binçavkirin, hemû hatin berdan.
Li gundê Sergelya ya navçeya Çinar a Amedê di 21’ê çile de zarokê 8 salî Muhammed Velî Dumez êvarê winda bûbû û piştî du saetan li xaniyek kavil ê derveyî gund bi birîndarî hatibû dîtin û li Nexweşxaneya Dewletê ya Bîsmîlê jiyana xwe ji dest da bû. Derbarê bûyera kuştina Dumez de, kurê xalê wî V.T., cîranên wan O.T. û G.B. hatibûn binçavkirin.
META WÎ BERDAN
Dema ku lêpirsîna 3 kesên dibin çavan dewam dikir de, di lêgerîna li mala meta zarokê 8 salî Dumez hat kirin de kincên bi xwîne li hewşê hatibûn dîtin û meta wî H.T. hatibû binçavkirin. Kurê xalê wî V.T., cîranên wan O.T. û G.B. ên îfade dan dozger serbest hatin berdan. Meta Dumez şevê din li edliyê hat berdan.
LÊKOLÎNA DELÎLAN DEWAM DIKE
Derbarê cînayê de kes dibin çavan de neman. Parêzerên dosyeyê, diyar kirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de dema dike û lêkolînkirina delîlan dewam dike. Hat destnîşan kirin ku piştî lêkolînê wê qatilên zarokê biçûk bên dîtin.