MELETÎ – Li navçeya Puturge dema erdhej pêk hat sobe bi ser du xwişkên hev ên 85 û 91 salî de ket. Cîranan wan ji şewatê rizgar kir.
Li gundê Husukuşagi ya bi ser navçeya Puturge ya Meletiyê ve dema erdhej pêk hat, sobe bi ser Emîne Koca (85) û xwişka wê Hatûn Kûş (91) ve ket. Cîranên wan li hewara wan çûn û wan ji şewatê rizgar kirin. Her du xwişk di kêliya erdhejê de bi tenê li malê bûn.
‘CÎRAN NEHATINA EM Ê BIŞEWITIYAN’
Emîne Koca ya hêj tesîra erdhejê li serê heye zêde nikare biaxive û wiha got: “Em li malê bi t enê bûn. Sobe bi ser min de ket. Min bang li xwişka xwe kir. Ew bi hewara min ve hat lê hêza wê negihîştiyê. Cîranên me bi hewara me ve beziyan. Heke cîranên me nehatina em ê her du jî bişewitiyan. Piştî erdhejê em li depoyê bicih bûn. Konan li me belav kirin lê em ê çawa vê sermaye di konan de bimînin? Rewşa me gelek perîşan e.”
MA / Bariş Polat