MELETÎ – Şandeya HDP’ê ya li herêma erdhejê serdan û lêkolînan pêk anîn diyar kirin astengkirina alîkariya HDP’ê cezakirina kolektîf ku dane xelkê Meletî û Xarpêtê.
Şandeya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li herêma erdhejê li Xarpêt û Meletiyê serdana xelkê kirin û lêkolînan pêk anîn. Lêkolîn û serdanên HDP’ê li herêmê didomin. Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Salîm Kaplan ku ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsiyar e û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê di nav şandeyê de cih digirtin têkildarî serdan û lêkolînên kirine ji ajansa me re axivîn.
‘ASTENGKIRINA ALÎKARIYÊ CEZAKIRINA XELKÊ YE’
Salîm Kaplan diyar kir ku xelkê herêmê di nava perîşaniyê de ye û erdhejê bandorek mezin li ser herêmê kiriye û xelk hêj ji ber dê erdhej çê bibe bi tirs û guman e. Kaplan da zanîn ku astengkirina alîkariya partî û şaredariya wan nayê qebûlkirin û got: “Astengkirina alîkariya şaredariyên partiya me HDP’ê cezakirinek kolektîf e ku dane xelkê Xarpêt û Meletiyê ye.” Kaplan got hêj alîkarî negihîştiye gundan û xelk perîşan e.
‘ALÎKARIYÊ DANE ALÎGIRÊN XWE’
Parlamenter Şevîn Coşkûn jî da zanîn ku însan bi derfetên xwe têkoşîna jiyanê didin û got: “Alîkariya hatiye belavkirin jî rayedarên AKP’ê li alîgir û derdora xwe belav kirine.” Coşkûn destnîşan kir ku heta niha alîkarî negihîştiye 60 gundan û xelk bi pirsgirêkên wek germbûnê, nexweşîn û mayînê re rû bi rû maye.