XARPÊT – Şêniyên li gundên girêdayî navçeya Xoxê diyar kirin ku erdhejê xesarek mezin daye malê wan û ji ber talûkeyê ew nikarin bijîn. Gundiyan got hêj alîkarî negihîştiye wan û gotin: “Seferberiya alîkariyê dest pê kiriye, lê hêj tiştek negihîştiye me.”
Li Xarpêtê di 24’ê çile de bi pileya 6.8 erdhej pêk hat. Piştî erdhejê hêj mexdûriyeta welatiyan didome. Xebata lêgerîn û rizgarkirina welatiyan ji bin kavilên xaniyan bi dawî bû û xebatên rakirina kavilan dest pê kir. Heta niha 41 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 607 kes jî birîndar bûne.
Piştî erdheja mezin peyerdhej pêk tên. Welatî ji ber vê yekê metirs in. Ji ber metirsiyê welatî nakevin malên xwe. Hewa gelek sar e û pirsgirêkên wan ên germkirinê didome. Li gel navenda Xarpêtê li gundên girêdayê navçeya Xoxê ya Xarpêtê jî xesarên cidî pêk hatin. Li gundan jî gelek xanî û axûr xera bûn û xesar dîtin.
BILA ÇARESERIYA MAYÎNDE BÊ DÎTIN
Li gundê Duygulu û Tarlatepe yên Xoxê gelek mal xesarê dîtine. Li gundê Duygulu 50 mal hene. Mal xera nebûne lê xesarên cidî çêbûne. Dîwarên xaniyan derizîne û ji fikaran kes nakeve malên xwe. AFAD’ê kon dane welatiyan û di bin van konan de dijîn. Welatî ji ber nikarin germ bibin bi gazin in. Şêniyên gund ji rayedaran daxwaz dikin ku demildest bila çareseriyek mayînde were peyda kirin.
'DEMA EM DIKEVIN HUNDIR XANÎ DIHEJE’
Yek ji gundê xaniyan xesar dîtiye jî gundê Tarlatepe ye. Heta niha tu alîkarî negihîştiye vî gundî ango rayedaran alîkarî nebiriye gund. Welatiyên gund dixwazin demildest mexdûriyeta wan ji holê were rakirin.
Ramazan Îndîbay diyar kir ku 37 mal li gundê wan hene û wiha got: “Kes nikare di malên xwe de bimîne. Dîwarên me li ber hilweşandinê ne. Dema em dikevin hundir xanî diheje. Em ditirsin û nikarin bikevin hundir.”
ALÎKARÎ NEDANE GUND
Îndîbay da zanîn ku ji roja erdhejê heta niha tu alîkarî ji bo wan nehatiye şandin û kirin û got: “Alîkariya seferberiyê dest pê kiriye. Lê heta niha tu tiştek ji bo me nehatiye. Kesî li derê me nedaye. Em di rewşek zor de ne. Em ji bo tamîra malên xwe li benda alîkariyê ne. Bila tengezariyên me çareser bikin. Jixwe krîza aborî hebû niha jî erdhejê li me da. Em perîşan in. Tu alîkarî negihîştiye destê me.”
'EM NEXWEŞ KETIN’
Burdan Dengîz ê roja erdhejê ji Stenbolê hat hewara dayika xwe ya li gundê Duygulu û wiha got: “Ji ber malan xesar dîtiye em nikarin bikevin hundir. Em niha konan de dijîn. Pirsgirêkên me yên germkirinê hene. Hewa gelek sar e û em nexweş dikevin. Li gund her kes nexweş ketiye. Xanî xera nebûne lê hemû xesar dîtiye.”
'EM NIKARIN HETA HETAYÊ DI KONAN DE BIJÎN’
Bekîr Dengîz jî anî ziman ku ew li gund sewalan xwedî dikin û ji ber erdhejê neçar mane ji gund bar bikin. Dengîz diyar kir ku germbûna hewayê di bin sifrê de ye û ji ber rewşa wan aboriyê nebaşe û derfetê wan nîne pirsgirêkên xwe çareser bikin û ew nikarin heta hetayê di konan de bimînin.
MA / Mehmet Şah Oruç - Lezgîn Akdenîz