STENBOL - Piştî windabûna Gulîstan Dokûyê careke din polîtîkayên ji bo tunekirina çanda Dersimê bûn rojev. Nûnerên komeleyên Dersimê, bang li dersimiyan kirin ku xwedî li ziman, çand û baweriya xwe derkevin.
Li Dersimê xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû, di 5'ê Çileyê de winda bû û hê jî nehatiye dîtin. Di çanda Dersimê de cinayet, şideta li ser jinê, destavêtina jin û zarokan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Piştî windabûna Dokûyê tê gotin ku ev tişt bi destê esker-polîs û cerdevanan tê kirin.
Sekreterê Giştî yê Komeleya Elewiyên Azad û Demokrat (ODAD) Bulent Felekoglû û Serokê Şaxa Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dersimê ya Îkîtelliyê Metîn Yildiz, rewşa heyî û polîtîkayên dewletê nirxandin.
Sekreterê Giştî yê ODAD'ê Bulent Felekoglû, destnîşan kir ku dixwaze hundirê Dersimê û çanda wê vala bike û got: "Çi îqtîdarên navendî çi jî yên dewletî li ser vî asasî tev digerin. Dersim, wekî devereke ku nahêle îqtîdara navendî li gor dilê xwe tevbigere tê qebûlkirin. Loma îqtîdar bi çavê tunekirinê li Dersimê dinere. Ji ber vê yekê erdnîgariya Kurdan tev ji dema Plana Şark Islahatê ve wekî erdnîgariyeke ku diê bê asîmlekirin tê dîtin. Mantiqa polîtîkayên ku niha li Dersimê tên kirin jî ev e. Li Dersimê, polîtîkayên tekparêz bi kêr nayên".
Felekoglû, diyar kir ku dewlet bi dehan sal e van polîtîkayên taybet pêk tîne lê bi ser nakeve û got: "Niha meseleya windabûna Gulîstan Dokûyê heye. Xwendekarên ji bo xwendinê tên Dersimê bi xwebaweriyekê tên û azadîbûnê hîs dikin. Lê belê hêzên dewletê dixwazin vê azadîbûnê kontrl bikin, yanî bi çavekî divê bê kontrolkirin lê dinerin".
‘HER DERSIMÎ XWE SÛCDAR HÎS DIKE'
Her wiha Felekoglû, bal kişand ser destavêtina zarokên li navçeya Pêrtagê jî û got, pergal êrîşê diber ser nirxên gel û dixwaze îmha bike. Felekoglû, destnîşan kir ku lê belê gel xwedî li ziman û çanda xwe derdikeve û van polîtîkayan pûç dike. Felekoglû, got: "Li vira li ser çanda parvekirinê êrîşek heye Dewlet, li gor xwe hin dejenarasyonan diafirîne. Mesela windakirina Gulîstan Dokûyê tê veşartin. Gava em li vê yekê mêze dikin, ev yel derî rewşa Dersimê pêk tê. Bi vî awayî nayê xwestin aqûbeta Dokûyê aşkere bibe. Lê mafê gel heye ku hay ji agahiyên rast hebe. Çimkî dersimî hemû ji bo Gulîstan Dokûyê xwedîwijdan in û li ber dikevin. Ji lewre ev bûyer di xweza û ruhiyeta Dersimê de tunene. Loma niha her dersimî xwe sûcdar hîs dike".
‘DIXWAZIN CIVAKA ME XIRAB BIKIN'
Felekoglû, ji bo polîtîkayên dewletê yên derbarê elewiyan de jî got: "Dewlet dixwaze bi zêhna xwe vê erdnîgariyê kontrol bike. Kontrolkirina bi vî awayî, feraseteke nemrûdwarî ye. Dewlet, pergala xwe wekî pergaleke pir baş be nîşan dide û lê hûr dibe ku çiam em qaneh nabin. Welatê kurda, welatê zanyariyê ye, welatê mafdariyê ye. Li cîhanê çi qas neheqî hebe jî mafdarî li gel wî ye. Loma dixwazin welatê kurdan, civaka kurd, fikrên kurdan dîl bigirin. Lê belê nikarin kurdî dîl bigirin. Ji ber vê ye dixwazin zanyariya me, civaka me xirab bikin. Pê dilîzin. Lê em ê nehêlin".
‘TEHDE Û ZORIYEKE MEZIN HEYE'
Serokê Şaxa Komeleya Çand û Piştevaniyê ya Dersimê ya Îkîtelliyê Metîn Yildiz, anî ziman ku dewletên polîtîkayên xwe yên li Dersimê bi awayê "pêkanîna ewlehiyê" diparêzer û got: "Bûyerek hat serê min. Li gundê min polîsan nasnameya min xwest. Gotin, ji bo 'ewlehyê'. Li gundê xwe wekî kesekî biyanî bim nasname û reqamên telefona min ji min xwestin. Em wekîs aziyên komeleyî hatin Dersimê. Pêşiya me girtin û gotin, 'bêyî destûra me hûn nikarin biçin'".
‘CIWANÊN ME BERA HEV DIDIN'
Yildiz, diyar kir ku dewletê bi ser ciwanan de diçe û nexasim pereyan teklîfî wan dike û bi vî awayî dixwaze hin agahiyan bi dest bixe. Yildiz, destnîşan kir ku dewlet dixwae ciwanan bera hev bide û got: "Berê helwesta Dersimê çi bû, divê niha jî ew be. Ne heyfa ciwanên me ku berê wan didin van rêyan. Dersimî bi çanda xwe hene. Nikarin vê çandê qedexe bikin. Kî ji derve were, polîs wan didin ber lêpirsînan. Niha di şertên nebaş de li Dersimê dijîn. Heger tu ji Dersimê bî û bixwazî ji Stenbolê an jî devereke din biçî bajarê xwe, heta tu diçî te bêzar dikin".
Yildiz, ji bo windabûna Gulîstan Dokûyê jî got: "Gulîstan Dokû, keça me hemûya ye. Divê em dersimî hemû berê wxe bidin Dersimê. Bang li her kesî dikim. Divê em, bi çanda xwe xwedî li wan zarokên xwe yên wira derkevin. Heger em ji paşeroja xwe dersekê negirin wê rojên xirab li benda me bin. Niha kî li ber wan rabe, kî serê xwe bilind bike wan dikujin. Em ji sala 1938'an ve di bin tehde û zoriyê de dijîn. Lê gelê Dersimê ji van tehde û zoriyan natirse. Dersim bi polîtîkaya xwe gihşatiye roja îro. Em wekî wan bi xwînê nehatine roja îro. Em bi hezkirin, hurmet û bi baweriya xwe hatien roja îro".