ERZIROM - Dîwana Mûhasebatê, diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê, di nav mehekê de ji bo heman karî çend caran bi giştî 2 milyon û 729 hezar pere daye heman fîrmayê.
Dîwana Mûhasebatê, di rapora derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê de gelek nelirêtî tespît kirin.
Di rapora Dîwana Mûhasebatê (Sayiştay) de, hat tespîtkirin ku şaredariyê di nav mehekê de ji bo heman tiştî 2 milyon û 729 hezar TL daye fîrmayekê. Di raporê de tê diyarkirin ku di meha Çileya ya sala 2018'an de ji bo "karê hilweşandin û hafriyatê" milyon û 184 hezar TL hatiye xerckirin, lê belê ji dêvla ku ev kar bi îhaleyê bihatana kirin dabeşî 23 perçeyan hatiye kirin û şaredariyê rasterast daye fîrmayekê. Di sala nû de jî ji bo kirêkirina grayderê 600 hezar TL hatiye dayîn û ev pere jî perçe perçe bi giştî 14 hatiye dayîn û şaredariyê daye heman fîrmayê. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku diviya ev yek jî bi îhaleyê bihatana kirin lê belê şaredariyê rasterast daye heman fîrmayê. Dîwana Mûhasebatê di rapora xwe de diyar kir ku ev yek jî dijî qanûnê ye.
Her wiha di raporê de hatiye destnîşankirin ku hin mal û milkên şaredariyê tahsîsî hin komele û weqfan hatine kirin û hin mal û milk jî ji bo 10-25 salan tahsîsî hin weqafan hatine kirin.